Em dixwazin Sosyalîzmê saz bikin, avabikin, lê bi rastî ev “Sosyalîzma” ku evqasa tê behskirin çi ye? Çawa ye? Bi kî re tê avakirin û pêkanîn? Ev pirsên girîng in, ku divê em li xwe bikin. Mînak: Bi kesayeta kapîtalîst-lîberal sosyalîzm avadibe? Na. Me berê jî anî ser ziman ku her sîstemekî li ser îdolojiyekê avadibe, kesayet jî berhema îdolojiyê ne. Vê demê kesayetekê lîberal wê tenê karibe carekê din kapîtalîzm bide jiyankirin. Wekî ku me dît, Modernîteya Kapîtalîst sîstemekê heta dawî li dijî civakê hatiye pêşxistin e. Lîberalîzm jî îdolojiya wê ye. Mejî û
zêhniyeta mirovan dihelîne û dirizîne da ku sîstema kapîtalîst karibe hebûna xwe dewam bike. Lîberalîzm mîna jehrekê dikeve nava laşê mirovan, dikeve nava civakê û wê gav bi gav dikuje. Mîna asîtê hertiştî dirizîne, çi tiştê hevdu bigire nahêle. Ew kansêr bi xwe ye. Rêber APO ji ber vê yekê dibêje: “Divê mirov sosyalîzmê weke panjehra kapîtalîzmê bibîne”. Yani, nexweşiya lîberalîzm-kapîtalîzm ku bi civakê ketiye, dermana wê Sosyalîzmê ye. Ji bo pêşxistina sosyalîzmê jî kesayet û rêxistinbûna antî-kapîtalîst lazime: Divê di serî de hertiştî
girêdayî kapîtalîzmê red bike, divê jiyana kapîtalîst red bike, divê (bê-)pîvanên Lîberalîzmê red bike.
Sosyalîzm wekî peyv û hişmendî em dikarin wiha pênase bikin: Civakparêzi ye, zanista civakbûnê ye. Li ser vî bingehî Sosyalîzm tarzekê jiyanê ye, çanda civakbûnê yanî çanda civaka xwezahî ye. Her wiha Sosyalîzm mîrasa têkoşîna hezaran salan a mirovatiyê li hemberî hemu cureyên zilmê, desthilatdarî, çewsandin û kolekirinê ye. Di vê maneyê de Sosyalîzm bi xwe têkoşîna azadiyê ye. Rêber APO wiha jî pênase dike: “Hilbijartina me ya sosyalîzmê, ne hilbijartinek ji rêzê ye. Li gorî rastiya me ya civakî û koletiya me, divê weke bîrdoziya mirovahî ya rizgarvan bê fêmkirin. Baldar bin, feraseta me ya sosyalîzmê pir berfireh e. Li dijî mirinê bîrdoziya jiyanê, li dijî koletiya herî xeternak bîrdoziya azadiyê, heta li dijî tevlî jiyanê nebûnê, bîrdoziya tevlî jiyanê bûyîn, li dijî her cure hişbirê, bîrdoziya zindîkirinê ye.” Bêguman bi taybetî bi pêşengtiya K. Marks û F. Engels di sedsala 19. de fikr, teorî û têkoşîna Sosyalîzmê pêşket. Bi navê Sosyalîzma Zanistî ev fikr derbasî çar aliyên cîhanê bû û li gellek deveran nirxên mezin hatin avakirin, têkoşînên bi rûmet hatin meşandin û berdelên giran hatin dayîn. Di bin ala sor a gelên bindest de têkoşînên herî giranbuha hem sedsala 19. hem jî sedsala 20. hatin pêşxistin. Ji Marks, Engels, Lenîn, Mao û Rosa Luxemburg bigire, heta Che Guevara, Fidel Castro, Ho Chi Minh, Giyap, Amilcar Cabral û Subcomandante Markos, bi hezaran pêşeng û şoreşger derketin û ji bo nirxên mirovahiyê li dijî emperyalîzm, dagirkerî û mêtingerî têkoşîn û şer kirin û xwe fedakirin, navên xwe bi tîpên zêrîn li pelên dîrokê nivîsandin. Komîna Parîs, Şoreşa Cotmehê, Çîn, Kuba, Vietnam û Angola navên ku ti carî nayin ji bîr kirin û
di hafiza dîrokê ya mirovatiyê wê hertim xwedî cihekê diyarker bin. Lê rastiyekê wiha jî heye ku van hewldanên mezin, van
berdelên giran ku hatin dayîn, ev fedayitiya mezin ku hate nîşandan têre nekirin da ku bi rastî mirovatî ji cehenema şaristaniyê rizgar bibe. Ev şoreşên ku têne behskirin, yek bi yek di nava sîstema modernîteya kapîtalîst de zû yan dereng heliyan. Lîberalîzm baş fêmkir, çawa dikare her hewldanekê şoreşgerî veguhere xizmeta sîstema kapîtalîzmê. Rêber APO jî destnîşan dike ku di esasa xwe de pergala 2 blokan ku di dirêjahiya sedsala 20. de li cîhanê serwer bû – yani qutbeya “Rojhilat” û qutbeya “Rojava”, sosyalîzma pêkhatî û kapîtalîzm, Sovyet û Amerîka, Hevpeymana Warşaw û NATO – rastî û mantiqa wê hişt ku temenê modernîteya kapîtalîst dirêj bibe, hişt ku sosyalîzm bi
reqabetekî dûrî aqilan mijûl bibe û bi navê vê yekê azadî û demokrasî ji holê werin rakirin. Di bingeha vê yekê de kêm û kurtahiyên bingehîn ên fikrî hene: Sosyalîzma Zanistî sipartin rêbaza zanista pozitîvîst, yani xwastin bi rêbaza fikrî ya modernîteya kapîtalîst kapîtalîzm ji holê rabikin. Bi vî awayî xwezaya mirov û civak piştguh kirin û navendîbûn, dewletbûn û desthilatdarbûn li şûna azadî û demokrasî ji bo xwe tercihkirin. Desthilatdariya ku mîna nexweşiyekê bi mirovan dikeve, vê car dest ji sosyalîzmê nema berda û bi vî rengî wê ji cewhera xwe derxist û ew bi xwe jî bû mîna belayekî li ser civaka xwe. Di serî de dema em Sosyalîzm wekî “civakparêzî” pênase dikin û dema Rêber APO dibêje ku “di sosyalîzmê de îsrarkirin, di mirovbûnê de israrkirin e” ev tê vê maneyê ku em sosyalîzm di cewher, xweza û dîroka însaniyetê de digirin dest. Sosyalîzm tenê sîstemekê ku dibe alternatîfa kapîtalîzmê nîne. Di fikrên “sosyalîzma zanistî” de hertim destgirtinekê bi vî rengî hebû ku ji bo pêkanîna sosyalîzmê şert û mercên guncaw pêwist in û ev şertên guncaw jî wekî pêkhatina kapîtalîzmê hate nîşandan. Ev îspatbûye ku ne rast e. Kapîtalîzm civak ber bi sosyalîzmê ve nabe, lê civak ber bi tunebûnê ve dibe. Sosyalîzm jî îfadeya hebûnê ye. Yani herdu bi temamî li dijî hevdu ne. Li ser vê bingehê tê dîtin ku sosyalîzm ne gavekê ye ku piştî kapîtalîzmê tê. Sosyalîzm jiyana civakî ya xwezahî ye. Têda zayendperestî nîne, têda çînayetî nîne, lê têda hevgirtin heye, komînalbûn heye, azadî heye, wekhevî heye, edalet heye. Têgihiştina sosyalîzm wekî sîstemekê ku piştî şoreşê were avakirin têgihiştinekê bi pirsgirêk e û şaş e. Sosyalîzm tarzê jiyanekê ye, bîrdoziyek e. Ev tê çi wate? Sosyalîzm tê jiyan kirin, sosyalîzm tê pêkanîn: Di kesayet de tê pêkanîn, di jiyanê de tê pêkanîn, di niha de tê pêkanîn. Civaka sosyalîst tenê li ser bingeha wê ya aborî-hilberandin pênasekirin şaş e. Erê, yek ji pîvan û rêgezên sosyalîzmê pêkanîna civakekê ku her kes têda wekhev e, civakekê ku her mirovek dikare xwe têda pêkbîne, civakekê ku li keda xwe xwedî derdikeve ye. Sosyalîzm li dijî her cure kedxwarî û newekhevî disekine û ji holê rakirina hemu şêwaz û şert û mercên çînayetî, ku dihêle hinek kes zîktêr û dewlemend
bin, yê din jî hemu feqîr û birçî bin, hedef dike. Lê ev bi tena serê xwe sosyalîzm pênase nake. Di serî de di bingeha têkoşîna çînî de têkoşîna cinsî heye. Perçebûna yekemin, şikestina yekemîn, çînayetiya yekemîn nava civakê bi kolekirina jinê ve pêkhat. Kapîtalîzm bingeha xwe ji wir digire, lê bingeha sosyalîzm ji nava çanda civaka xwezahî ve tê. Sosyalîzm di civakbûna yekemîn a mirov de derketiye, her wiha di têkoşîna li hemberî vê şikestina yekemin de xwe berdewam kiriye û bi têkoşînên cur bi cur ên jinan, koleyan, serfan, karkeran û gelan zindî maye. Ji bo vê Sosyalîzm bi tenê dîroka têkoşîna bindestan a van 200 salên dawî îfade nake, Sosyalîzm dîroka mirovatiyê û dîroka têkoşîna azadiyê ya hezaran salan îfade dike. Rêber APO da diyakirin ku nakokiya bingehîn nakokiya di navbera proleterya û burjuva de nîne, nakokiya bingehîn di nakokiya navbera jin û zilam de ye. Pirsgirêka bingehîn ew pergal e, ku bi zihniyet û sazîbûnekê zayendperest û zilamsalar di nava pergal û civakê de xwe daye rûnişkandin. Li ser vî esasî çareseriya sosyalîst têkoşîna cinsî ye. Çareseriya sosyalîst Jineolojî û
Hevjiyana Azad e. Em dibînin ku sosyalîzm tenê teorî nîne, sosyalîzm jî tenê pergala ku di şaxsê Yekitiya Sovyet de têkçû nîne. Ji herdemî
zêdetir pêwistî bi têkoşînekê rasteqîn a sosyalîst heye. Tevahî gelên bindest birçî û tî ne û yê ku dikare wan têr bike jiyanekê azad e: Ev jî sosyalîzmê ye. Rêbaza birêvebirina jiyana wê jî çi ye? Demokrasî ye. Ev girîng e. Lenîn jî vê tiştê gotibû, lê di pratîkê de dewletekî navendî di bin kontrola partiyê de, yani sîstemekê dîtir a desthilatdar avakirin. Asta demokratîkbûna civakê wê asta azadiya wê û asta sosyalîstbûna wê jî nîşan bide. Lîberalîzm bêguman hewldide demokrasî ji bo xwe bikarbîne û ji rê derxîne. Çawa ku lîberalîzm hertiştî sexte û seqet dike,
demokrasî jî tê sexte û seqet kirin û bi vî rengî gel tê xapandin. Di sosyalîzmê de ne wisa ye. Gel bi îradeya xwe rêveberiya xwe rêxistin dike. Lîberalîzm desthilatdarî û netew-dewlet pêşdixîne, lê Rêveberiya Xweser a Demokratîk û pergala Netewa Demokratîk şêwazê rêxistinbûna sosyalîst e. Sosyalîzm bi vî awayî bi riya paradîgmaya civaka demokratîk, ekolojîk û azadiya jinê ve tê birêxistinkirin û avakirin. Sosyalîzm bi têkoşîn, berxwedan û şer tê avakirin: Şerekî îdolojîk, jiyanî, çandî, civakî, siyasî, aborî û leşkerî. Em ê li ser vî esasî di 3 xalên pêşiya xwe de behsa têkoşîna çînî, têkoşîna li dijî lîberalîzmê û avakirina kesayeta sosyalîst bikin.