DÊRAZOR – Di çarçoveya çalakiyên ciwan û gel ên bi boneya salvegera dîlgirtina Rêber Apo de, Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan bi Rêveberiya Xweser, derbarê komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Apo semînerekî hat dayîn û sînevîzyonekî hat pêşkêş kirin.
Di sempozyûmê de şêniyên bajaroka Ebû Hemam û gundên derdora wê amade bûn. Deqayekî rêzgirtin ji bo giyana şehîdan hat girtin. Piştre endamên tevgera ciwanan nîvîs li ser Rêber Apo xwendin û axaftin kirin. Paştî wê sînevîzyonekî li ser jiyan û tekoşîna Rêber Apo ji bo azadiya gelan û li ser komployê navnetewî hat pêşkêş kir.