Gellek caran, di nîqaşan de, di civînan de, di nivîs û perspektîfan de em behsa têkoşîna çînî dikin, lê ev “têkoşîna çînî” tam ci ye, em dixwazin bi kurtahî bal bikşînin ser. Di Marksîzmê de tê gotin ku hemu dîrok, dîroka têkoşînên çînî ye. Ev bi temamî ne şaş e, lê ne tam rast e jî. Nakokiyên çînî, mînak kole û efendi, serf û arîstokrat, gundî û axa, proleter û burjuva, ew hene, lê yê ku pêşveçûyîna dîrokê diyar dike tenê ew nîne. Jixwe me beriya vê jî diyarkir ku di bingeha wan nakokiyan de nakokiya di navbera herdu cinsên civakê de di navbera jin û zilam de tê. Di vê maneyê de têkoşîna çînî û cinsî mîna hestî goşt bi hevdure girêdayîne, yek bê yê din nikare xwe li ser piyan bigire. Di bingeha têkoşîna çînî de têkoşîna cinsî nebe, wê encama wê azadî nebe, wê carekê din jiyanekê koletî û bindestî avabike. Em dikarin bêjin ku dîrok bi avabûna şaristaniyê ve, bi Sumer ve pêktê? Na. Bêguman beriya vê jî dîrokekî heye, hem jî dîrokekê ji dema şaristaniyê gellekî dirêjtir e jî. Di destgirtina me ya dîrokê de şoreşa civakbûnê ya serdema neolitîk esas e, ji bo vê jî şerê di navbera bindest û serdestan de di esasa xwe de şerê di navbera du sîsteman, di navbera du çandan de îfade dike: Yek sîstema Şaristaniya Demokratîk e, yê din jî sîstema Şaristaniya Navendî ye. Yek Çanda Civaka Xwezahî ye, yê din jî çanda desthilatdari (çanda zayendperestî û çînayetî) ye. Her serîrakirinekê, her serhildanekê, her rêxistinbûnekê û her çalakiyekê ya gel û însanên bindest bêguman îfadeya têkoşînekê çînî dike. Sosyalîzm li cihê ku têkoşîna çînî hebe avadibe, ev rastiyek e. Li cihê ku têkoşîna çînî bisekine, li wir wê liberalîzm hebe, wê kapîtalîzm hebe, wê neheqî û zilm hebe. Di Sosyalîzmê de çînayetî nîne, têkoşîna çînî jî ji bo ji holê rakirina çînayetî tê kirin, lê em divê bizanin ku çîn bi tenê kategoriyekê maddî nîne, hişmendiyek e jî ku di me de tê çandin û bi vî rengî kesayeta me dide diyarkirin. Ji ber vê têkoşîna çînî ya herî dijwar divê hundirîn were meşandin. Di nava partî, rêxistin, tevger, gel û di kesayet de lazime têkoşîna çînî her zindî be. Heger em dixwazin sosyalîst bin lazime em kole nebin, em lazime karker, gundî, cotkar, bajarî, burjuva nebin. Em lazime sosyalîst bin. Kesayetekî sosyalîst taybetmendiyên çîna xwe ya civakî di xwe de dihelîne û tunedike û taybetmendiyên sosyalîstbûnê di xwe de avadike. Vê demê jî wê têkoşîna çînî serkeftî be, vê demê zemîna lîberalîzmê namîne, vê demê rastî jî şoreş wê biserbikeve.