ÊLİH – Hate diyarkirin ku Yekîneyên Tolhildanê yên Şehîd Ayhan Kaya roja 4’ê Sibatê saet di 00:40’an de li ser esasê xweparastinê bersiv dane maşînên zirxî yên hêzên dijmin ên li ser rêya Elîh/Amedê zilmê li gel dikirin.
Yekîneyên Tolhildanê bi çalakiyan bang li hemû ciwanan kir ku li dijî komploya navneteweyî rabin ser piyan, li her kolan û taxan dengê xwe bilind bikin û di nava tevgerê de bin.
Ev çalakî ji bo Ayhan Kaya yê bi kodnavê Mordem (hevalê Rojnivîska Mordem) ê di sala 1995’an de şehîd bû, tê kirin.