HALEP- Berdevka xebatên xwendekaran a Helebê Zeynep der barê xebatên jinên ciwan de axivî. Zeynep di axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya perwerdehiyê ya ji bo jinên ciwan û got ku bi danasîna fikir û felsefeya Rêber Apo ji jinên ciwan re em dikarin bi awayekî baştir rol û mîsyonên xwe yên di şoreşê de bilîzin.
Zeynep diyar kir ku wan li ser esasê Şerê Gel ê Şoreşgerî gelek dewreyên perwerdeyê vekirine û diyar kir ku wan di van dewreyan de li ser esasê parastina cewherî perwerde dîtine da ku jinên ciwan bikaribin di vî şerî de roleke baştir bilîzin û xwe bi rêxistin bikin.
“Ez berdevka xabetê xwendakara me. Wekî hun dizanin şerêki bêhempali ser Kurdîstan tê çêkirin. Û taybet li ser herama Bakur û Rojhilatê Surî. Wekî jinên ciwan em vî şerê ku li ser Bakur û Rojhilata Surî tê şermezar dikin. Em wek jinên ciwan erk, rol û misyona xwe bilezin ji bo ku her jinekî ciwan binin xeta azadiyê. Li ser fikir û felsefeya Rêber Apo em wan bidin naskirin da ku rol û misyona xwe di vê şoreşê de bilêze.
Wek jinên ciwan me gelekî xebat di vê şoreşê de pêşxist. Wek perwerde, wek parastin, wek perwerdeyê tendurîstî. Em her awayî jin rêxistin dikin da ku di hundirê şer de rol û misyona xwe bilêze.
Taybet li ser Şerê Gel a Şoreşgerî me gelek perwerde vekir. Perwerdeya tendurîstî, perwerdeya sîlah ji bo ku jin xwe çawa biparêz e dema ku şer çêdibe. Her wiha me gelek seminer jî dan. Wek jinên ciwan me kar û xebatê xwe zêdetir li ser perwerdekirina jinên ciwan da meşandin. Ji ber ku jin di xeteriyekî ve rûb û rû ye wek fuhuş û maddeyên hişber ve tên kişandin. Em van perwerdeya n vedikin da ku jinên ciwan xwe nas bikin. Em perwerde li ser fikir û ramanên Rêber Apo didin da ku rola xwe di nav şer de bilêzin û jinên ciwan rêxistin bikin.”