NAVENDA NÛÇEYAN- Belê, meha Sibatê, gelo çima meha Sibatê ango çima qomplo? Ji ber dixwestin di Sibatê dejiyanê biqelînin û qomployek weke ya pênc hezar salan beriya niha ku li hember keda dayîkê hatî kirin, îro jî qomployeke ku dil û mejiyê mirovan bide sekinîn di vê heman meha Sibatê de li hember rûmet û vîna gelê Kurd bidin meşandin. Çawa ku efêndiyên xwezayê xwestin hebûna di navbera mirovan û xwezayê de tine
bikin, ji holê rakin. Bi wî rengî jî Erdoxanê faşîst û hevkarên wî xwestin di 15’ê Sibatê de di navbera Rêbertî û Gelê Kurd de qotbûnek bidin çêkirin.Yanê qomploya ku li hember Rêber APO hatiye çêkirin, di rastiyê de dixwestin hebûna Kurdan ji nav rûpelên dîrokê rakin. Lê her kes vê baş dizane ku dîrok ti wextî winda nabe û ji holê ranabe. Lewma felsefeya Rêbertî ji bo gelê kurd û hemû gelê Rojhilata Navîn bûye rehên jiyanê. Her kêlî ev rehane xwe bi hêz dikin. Ji ber vê yekê 15’ê Sibatê ev qas di jiyan ango di xwezaya kurdan de hejandineke kûr daye çêkirin. Yanê 15’ê Sibatê di şaneyên herî kûr ên mejî û bedema mirovan de bandoriyek mezin daye çêkirin. Ji ber vê yekê heta ku ev qomplo berevajî nebe û ji holê ranebe ne gengaz e Civaka Kurd dilxweş bibin an jî têkoşîn rawestînin. Ji ber qomploya 15’ê Sibatê ji bo me hemûyan rojeke ku mirov bikeve nava muhasaba wijdanê xwe ye. Ji ber ev qomplo li hember vîn û hebûna mirovatiyê hatiye kirin.