HESEKÊ – Li bajarê Hesekê ji aliyê Desteya Werzişê ya Ciwanan li ser mijara komploya navnetevî ku li hemberê Rêber APO hatiye kirin komxebatekê hate lidarxistin.
Îro ji aliyê endamên desteya werzişê ya ciwanan li Hesekê bi beşdarbûna endamên Destêya Kantonên herêma Bakûr Û Rojhilatê Suriyê komxebatekî li ser tecrîda ku li ser Rêber APO tê meşandin hate lidarxistin. Nezî 50 ciwanan di vê komxebata ku bin dirûşmeya ‘Bi rihê Şerê Gelê Şoreşgerî emê dîwarên Îmraliyê hişweşînin’ tê lidarxistin cihê xwe girtin. Endamên Desteya Ciwanan di komxebatê de li ser komploya ku li hemberê Rêber APO di 15’ê Sibatê 1999’an de hatiyê kirin niqaş kirin û nerînên xwe anîn li ser ziman.
Jina ciwan Helîn ku li bajarê Kobanê tevlî vê komxebatê bûye diyar kir ku “Ev komploya li ser Rêber APO hatiye meşandin, ne tenê li ser şexsê Rêber APO, li ser giştî gelên Kurd û bindest hatiyê meşandin. Ji bo vê gelî îhkar bikin Rêber APO kirin zindanê.’ Her wiha berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku, “Di şoreşên berê de dema ku Serokê wan hatiyê girtin, şoreş tasfiyê bûne, lê vê derê de şoreş hatiyê avakirin. Ji ber dema Rêber APO hat girtin, ronahiya wêne tefiya û her çû behtîr bû. Her çiqas çû geel bi Rêber APO hin bêhtir hate giredan.”
Di dawiyê komxebatê ciwanan biryar girtin ku di vê pevajoyê de ji bo ku hin bêhtir fikir û ramanê Rêber APO were nas kirin pewîste pirtûkên Rêbertî werin belav kirin.
Komxebat serkeftî bi dawî bû.