KOBANÊ- Îro Yekitiya Jinen Ciwan yên Kobane konferans ji bo Reber APO lidarxist. Konferans destpêkê bi deqqeyeke rêzgirtina li ser rihê şehidan destpêkir.
Li ser navê tevgera jin Mahabad Dêrîk axivî û bal kişand ser girîngiya ku Rêber APO ji bo jinê dide û got ku; “Rêber APO girîngiya herî mezin ji bo jinê da ku ji bo jin xwe azad bike”. Di berdewamiya axaftina xwe de got ku; “divê bi taybet em wek jinên ciwan ji bo azadiya Rêber APO berpirsyariya me ewe ku em mezin têkoşîn bikin”. Her wiha van axaftinan bilêv kir;
“Tecrideki derveyi exlaqê mirovahî li ser Reber APO tê meşandin ev bo nêzî sê salin tu agahî ji Reber APO nayê girtin û di derheqê tendûristiya wî de em bigûmanin. Hemû hêzên hegemon li hemberî fikrê Rêber APO ne ku ditirsin dawiya wan were û bi tecrîda Rêber APO re dixwazin asteng bikin ku fikrê Rêber APO negihîje me û dixwazin me jî bi vî awayî fêrî bê Rêber APO’bûnê bikin. Lê iro ger ku dirûşmeke me heye ew jî ewe ku ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ ye. Ev tenê ne dirûşmeke ku were ziman dema ev tê gotin tê wateya ku bê azadî jiyan nabe. Bi pêngava ‘Ji Rêber APO re azadî pirsgirêka kurd re çareserî’ re êdi cîhan giştî ji bo Reber APO rabûye ser piyan. Divê em jî weke jinên ciwan divê pêngavê de rolê xwe baş bileyzin. Di seri de ev erka me weke jine. Weke gel û bi taybet tevgera ciwan û jinên ciwan ev bi salen e em tekoşîn dikin û her ku diçe têkoşîna me xûrttir dibe. Ji ber Reber Apo dibêje; ‘Me bi ciwantî destpêker emê bi ciwantî serbixin’ wê emê jî bi ketina ferqa vê yekê ve bi hedef û armancên xwe ve girêdayî bin”. Heman Demê de da diyarkirin ku divê jinen ciwan rêxistinkirina xwe berfireh bikin û ji bo azadiya Rêber APO xwe bigihînin hemû jinan.
Piştî wê sînevîzyon û sê belgeyên ku li ser komploya 15’ê Sibatê hatin temaşekirin û xwendin dûvre nîqaş li ser hatin kirin. Konferans bi dirûşmên ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ hate biencamkirin.