QAMIŞLO- Meclisa Jinên Ciwan a PYD’ê li dijî hêzên faşîst û komploger ên hewl didin Komploya 15’ê Sibatê pûç bikin û bi şert û mercên girankirina tecrîdê rê li ber belavbûna fikir û felsefeya Rêber Apo bigirin, kampanyaya xwendina pirtûkên Rêbertî da destpêkirin. Îro jinên ciwan li bajarê Qamişlo Medîne Şebab (Navenda Ciwanan) hatin cem hev û dest bi xwendina pirtûka “Dewleta Kahîn a Sumeran” kirin ku yekemîn parastina Rêber APO ye. Koma ji 8 jinên ciwan pêk tê, armanc dike ku di pêşerojê de bi hev re xwendina xwe bidomînin û xwendina her 5 parêznameyên Rêber APO bi dawî bikin.
Jinên ciwan ên beşdarî koma xwendinê bûn diyar kirin ku xwendina fikir û felsefeya Rêber APO ji bo jinên ciwan pir girîng e. Jinên Ciwan gotin, “Bi xwendina fikrên Rêber Apo em dikarin azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bikin.”
Endamên Meclîsa Jinên Ciwan a PYD’ê bang li hemû jinên ciwan kirin ku li bajarên xwe komên bi vî rengî ava bikin û fikrê Rêber APO bixwînin û nas bikin.