NAVENDA NÛÇEYAN- Di çarçoveya çalakiyên salane yên bi boneya salvegera revandina Rêber APO (15’ê Sibatê) de, Yekitiya Jinên Ciwan a kantonên Reqa, Minbic, Dêrazor û Tebqayê paneleke diyalogê li dar xist.
Panel li hola yarîgeha Beledî ya bajarê Reqayê bi dirûşma “Hûn nikarin roja me tarî bikin” bi beşdariya endamên yekitiyê ya 4 kantonan, endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê, Yekitiya Werzîşê û Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya hat lidarxistin.
Di panelê de rêvebera Tevgera Hîlala Zêrîn Gulbihar Hobar bixêrhatina beşdaran kir û komplo şîrove kir.
Gulbihar Hobar wiha axivî: “Pêwîst e em jin ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan tol hildin û li ber xwe bidin, ji ber ku wî banga azadiya jinan û wekheviya di navbera jin û mêran de kir. Komploya navneteweyî ya li dijî Rêber APO jî nîşan dide ku dewletên beşdarî komployê ji fikrên wî yên demokratîk ên li dijî pergala kapîtalîzmê ditirsin.”
Cîgira hevseroketiya Desteya Ciwanan û Werzîşê ya kantona Reqayê Ezab El Cirêcib beşên perspektîfên Rêber APO der barê jiyana li girava Îmraliyê de xwendin.
Piştre sînevîzyonek li ser jiyan û têkoşîna Rêber APO ji bo gelan hat pêşandan.
Bi sernavê ˊDem dema azadiya Rêber Apo, dema dema serkeftinê yeˊ hevseroka Desteya Ciwanan û Werzîşê ya kantona Reqayê Buşra El Ehmed axivî û wiha got: “15ˊê Sibata 1999ˊan roja qirkirina gelê Kurd e, mîna ku Rêber Apo roja qirkirina li dijî Kurdan bi nav kiriye.”
Buşra wiha domand: “Em ê li dijî komplo û komplogeran bi ser bikevin. Dem hatiye ku Rêber Apo ji îşkenceyê rizgar be û dem hatiye ku bi vîna ciwan û jinên ciwan faşîst hilweşe. Dem hatiye ku em pêngava ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber APO û çareseriya siyasî ya doza Kurd xurt bikin.”
TEBQA
Însiyatîfa Azadiya Rêber APO a Sûriyeyê û Meclisa Sivîl a bajarokê Mensûra civîneke girse ji bo şîrovekirina komploya li dijî Rêber APO li dar xist.
Di civînê de şêniyên bajarok, nûnerên saziyên sivîl, meclis û komîn, rûspiyên herêmê û partiyên siyasî beşdar bûn.
Di serî de endama meclisa Mensûra Meysa El Mihemed li ser jiyana Rêber APO û têkoşîna wî axivî.
Endamê Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê Emced El Necris axivî û wiha got: “Komploya nevneteweyî di navbera dewletên mezin û dewleta Tirk a faşîst de ji bo radestkirina Rêber Abdullah Ocalan ji dewleta Tirk re, bi armanca kontrolkirina berxwedana gelê Kurd bû da ku gelê Kurd û hemû civakên din di tarîtiyê de bihêlin.”
Şêwirmendê Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqayê Mazlûm Yûsif diyar kir ku armanc ji komployê fikrê azad, demokrat û mirovahiyê bixin zindanê, da ku dewleta Tirk a dagirker û dewletên xayîn berxwedana gelê ku li aştiyê digere kontrol bikin. Lê ew di kontrolkirina civakên azad, fikir û felsefeya neteweya demokratîk û biratiya gelan de bin ketin.”
Yûsif banga bidawîkirina tecrîdê û pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber APO kir.
Di dawiya civînê de sînevîzyonek li ser komployê û serhildana gelan a ji bo banga pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber APO hat pêşandan.
ŞEDADÊ
Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê ya navçeya Şedadê panelek diyalogê li hola Şaredariya Gel a navçeyê li dar xist. Di panelê de ciwanên navçeyên Mergede û Erîşe beşdar bûn.
Di serî de sînevîzyonek li ser jiyana Rêber APO hat pêşandan.
Piştre rêvebera Tevgera Ciwanan a navçeya Mergeda Selwa El Ferec beşên axaftina Rêber APO li ser jiyana di hundirê girtîgehê de xwendin.