NAVENDA NÛÇEYAN- Di xeta Serokatî de li dijî Lîberalîzmê têkoşîn kirin, mijarekê mayîn û nemayînê ye, mijarekê hebûn û tunebûnê ye. Di vî alî de divê em zelal bin. Ji derveyî xeta Serokatî, yani xeta şehîdên nemir, xeta PKK’ê, xetekê dîtir ku karibe serkeftinê missoger bike tune ye. Qedera serkeftin yan binkeftina me, serkeftin yan binkeftina azadiyê wê bi vî awayî zelal bibe. Di sedsala 21. de yani di roja me ya îro de tekane hêvî, derfet û îmkana azadiyê ya mirovatiyê fikr, felsefe, paradîgma û xeta Rêber APO ye. Şerkeriyekê rast, gerîlatiya serkeftî û avakirina jiyana azad di
Rastiya Serokatî de şênber dibe. Rêber APO di vê maneyê de dibêje: “Sosyalîzm weke antî-lîberalîzmê îdolojiya jiyanê ye ku mirovên azadiyê bi awayekî kolektîf di exlaq û çalakiyê de pêktînin.” Me berê jî diyar kir û di beşa pêşiya me ya li ser “Kesayeta Sosyalîst” de em ê hîn zêdetir diyar bikin: Sosyalîzm bi têkoşînê ve tê bidestxistin, Lîberalîzm bi têkoşînê ve tê valaderxistin, azadî bi kesayetekî azad tê bidestxistin, şoreş bi kesayetekî şoreşger tê kirin. Têkbirina Lîberalîzmê bi tevahî mijarekê jiyanî, îdolojîk û kesayetî ye. Tu dikarî hezar bernameyên sosyalîst jî derxînî, binivîsînî û rêxistinan avabikî, heger kesayet ne sosyalîst be wê encama wê jî ne sosyalîzm be. Di salên 90’î de li saha Serokatî rojnamevanekî rus hatibû gel Serokatî û reportaj pêra kir. Ihtîmalek gellek heval xwendibin jî. Em dixwazin li vir beşek ji vê reportajê bi we re parvebikin ku vê mijarê hîn zelaltir bike: Makarinco Vadim: Bi qasî min fêm kirî, armanca PKK’ê, ne tenê rizgarkirina axê ye. Di heman demê de avakirina tîpê mirovê nû ye jî. Hûn mirovê nû çawa ava dikin? Rêber APO: Hêceta şerê me ya bingehîn, avakirina kesayeta mirovê nû ye. Em tenê ji bo parçeyek ax an jî miletekê tênakoşin. Di bingeha bîrdoziya me de, avakirina kesayeta mirovê nû esasî ye. Em li Sovyetê, di sosyalîzma pêkhatî de, di vê xalê de kêmasiyên cidî dibînin. Girîngî pir dan sînoran. Li ber çavan enternasyonalîzm hebû, lê di cewher de netewperestî giraniya xwe dida der. Di qonaxa sosyalîzma Sovyetê de, kesên ku pêşengiya pergala heyî dikirin, ji kapîtalîzmê ne kêmtir bûn.
Dewletek sosyalîst hat damezirandin, miletek sosyalîst hat birêxistinkirin, lê mixabin kesê sosyalîst nehat avakirin. Mînak, Stalîn çiqas di bin bandora feodalî de bû? Xwe çiqasî gihand kesayetek sosyalîst? Ger ev pirsgirêk baş neyên fêmkirin, pirsgirêkên sosyalîzmê jî nayên fêmkirin. Di nava Partiya Komînîst a Sovyetê de, rêgeza vekirîbûnê hat windakirin. Hema ruhê mirovan dixeniqandin. Paşê jî xirab teqiyan. Şêwazên ez
dimeşînim, berovajî van tevane. Ez her tiştî pir baş û vekirî dikim. (…) Di Yekîtiya Sovyetan de, bi navê komîteya navendî û sekreterya karên cuda hatin kirin, lê gel hat çewsandin. Li jorê jî nivîsgeha polîtîk xwe pir mezin îlan kir. Di encamê de vê jî rê ji teqînên mezin re vekir. Hewce dikir wisa nebûya. Kêmek mabû xwe weke xweda li cîhanê bida nasîn. Mane ev ne sosyalîzme, elbet dê hilweşe. (…) sosyalîzm, nûnertiya mirovatiya nû dike. Pêwîste sosyalîzm ji bo mirovatî bibe şêwazek jiyanê û ev bê berfirehkirin.
Mirovê nû, mirovê rast û mirovê bedew, mirovê sosyalîste. Ma dê çima di nava sînoran de bê girtin? Çima xwe veşêre? Ez li dijî van teva me.
Em li Kurdistanê mirovê nû ava dikin. Kesayetek bi temamî ji gumanên takekesî dûr. Kes bi zorê bi nava partiyê de nayê girtin. Her rêhevalek me fedaîyeke. Ne li ser bingeha dîsîplînek zorakî, li ser bingeha dilxwazî dimeşin. Makarinco Vadim: Em çend rojan bi hevalên milîtan re
man. Ev ji bo me siûdek mezin bû. Me gelek tişt bi çavên xwe dît. Me bi gelek hevalên ku di şer de birîndar bûne re sohbet û nîqaş
kir. Ev jî em pir bandor kirin. Bi dayîkek pir îxtiyar re axivîm, ev got; “Ji bo welatê xwe, amade me ku her cure zehmetiyê bijîm.” Me raperîna miletekê bi çavên xwe dît. Ji axaftinên hevalan jî min fêm kir, ji bo xwe gihandina armancên xwe, ji rijandina xwînê natirsin. Em çawa dijîn, hûn çawa dijîn, min ew cewazî baştir dît. Hezkirina hevalan a li hember jiyanê, pir bandor li min kir. Rêber APO: Gelê Rusya niha li hember jiyanê hinekê bêzare. Lê dîsa jî ji jiyanê hez dikin. Miletê Kurd, miletek pir paşketî ye. Lê bi şerkirinê fêrî jiyana xwe dibin. Me pêvajoyên
mirin û mayînê derbas kirin. Ji vir û şûn de meşandina şoreşê hêsantire. Me bi kûranî sûd ji ezmûnên Sovyetê jî girtin. Ji bo nexweşiyên di şoreşa Sovyetê de derketin, di şoreşa Kurdistanê de dernekevin, em tevdîrên mezin digirin. Nivîsgehên polîtîk û sekreterên Partiya Komînîst a Sovyetê, xwe ji gel mezintir didîtin. Ne sosyalîzm, birokrasî hat pêkanîn. Sînorên dewletê hatin fetîşkirin. Divê kes xwe ji gel mezintir nebîne. Pêwîste xizmetkarê gel û sosyalîzmê bin. Ez her roj, wan hisên mezinbûnê bi xwe re dikujim. Ger kompleksa xwe mezin dîtinê bi xwe re nekujim, tişta hatî serê Rusya, hêj dewlet nehatî avakirin, dê were serê me. Xebatên ku Lenîn, Mao û yên din kirîn, xebatên dîrokî ne, biçûk nabînim. Lê belê xebatên ku ji bo partiyê meşandîn lewaz dibînim. Di gelek tiştan de xemsarî kirin, xebat di şêwazek kevnar de hatin
meşandin. Demokrasî û sosyalîzma zanistî bi temamî pêk ne anîn.