NAVENDA NÛÇEYAN –YPS, li gorî daxuyaniya nivîskî ya li ser malpera xwe ya online de, ragihand ku di 05.02.2024’an de li navçeya Başakşehîra Stenbolê ji aliyê Milîsên YPS-Jin Şehîd Çavre Gelhat ve wesayîta faşîstekî MHP’î hatiye şewitandin.
Milîsên Şehîd Çavre Gelhat diyar kirin ku ew bi çalakiya xwe meşa azadiyê silav dikin û heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk bînin wê çalakiyên xwe yên li dijî faşîzmê bidomînin.
Ravekirin wiha ye;
Tîmên tolhildanê yên Şehîd Çavrê Gelhat YPS JIN’ê di 05.02.2024’an de li navçeya Başakşehîra Stenbolê wesayîta faşîstekî MHP’ê şewitandin.
Em meşa mezin a azadiyê ya gelê xwe silav dikin û weke gel heta azadiya fîzîkî ya Rêberê me wê çalakiyên me yên li dijî desthilatdariya faşîst û berfirehkirina wê bidomin.
Milisên Tolhildanê ya Şehîd Çavrê Gelhat YPS JIN
09.022024