HESEKE – Desteya Ciwan û Werzîşê a Şedadê li dijî Komployê Navnetewî û sîstema îşkenceya Îmraliyê komxebatekî bi slogana “Bi rihê Şerê Gelê Şoreşgerî emê dîwarên Îmralî hilweşînin” li dar xistin. Hemû tevgerên ciwanan ên herêmê û saziyên civakî û sîvîl beşdarî komxebatê bûm.
Komxebat bi deqayekî rêzgirtin li ser giyana şehîdan dest pê kir. Piştî wê sînevîzyonekî li ser jiyan û tekoşîna Rêber Apo û komployê navnetewî hat pêşkêşkirin. Perspektîfên Rêber Apo derbarê ciwanan Û ciwantî jî hatin xwendin. Piştre nîqaş hat vekirin û ciwanên hezir diyar kirin ku wê karê xwe berdewam bikin ji bo belav kirina fikir û felsefeya Rêber Apo. Destnîşan kirin jî ku xwendina parêznameyên Rêber Apo û perwerdekirina ciwanan li ser wê esasî wê were esas girtin. Herî dawî jî helwest dan ku heya komploya navnetewÎ têk bibin û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk were wê di nav kar û çalakiyan de bin.