KOBANÊ – Jinên Yekîtiya Xwendekarên Demokratîk li gundê Ziravikê ya girêdayî navçeya Sarîn a Kobanê ji jinên ciwan ên xwendkar re seminer li ser rastiya komployê navnetewî ya li dijî Rêber Apo da. Rêber Apo di serî de bi destê îstîxparatên Dewletên Yekbuyî yên Emerîka (CIA) û yên Îsrayîl (MOSSAD) û bi hevkariya dehan dewletan di encamê komployekî navnetewî de di 15’ê Sibatê 1999’an de li Kenya hat dîlgirtin.
Seminer ji aliyê Rojîn Mislim ve ji du grupên xwendekar re hate dayîn. Bi giştî nêzî 85 jinên xwendekar tê de amade bûn. Di dawîyê de slogànên “Bê Serok jiyan nabe” û “Bijî Serok Apo” hat berz kirin.