BEHDÎNAN- Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê, der barê çalakiyên gerîla û êrîşên artêşa Tirk a dagirker de daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Ji çapemenî û raya giştî re!
Agahiyên li ser çalakî û êrîşên artêşa Tirk a dagirker wiha ne:
1. Herêma Zapê;
🔸 9’ê Sibatê saet 09:00 û 14:30’an de me ji nêz ve bi bombeyên destan û çekên ferdî mudaxele li kolberên ku dixwestin çeperên me yên li herêma Berxwedana Sîda îmha bikin, kir. Piştî çalakiyan kepçeya derbeyê hat derxistin.
2. Herêma Şehîd Delîl Rojava Zapê;
🔸 7’ê Sibatê saet 12:30’î de li herêma Berxwedana Girê Cûdî bi çekên navîn êrîş li dagirkeran hatiye kirin.
3. Êrîşên artêşa Tirk a dagirker;
🔸 Di rojên 5, 6, 7, 8 û 9’ê Sibatê de herêma Garê Dêreşê, Deşta Kafya, Sêdarê, Girê Zengil, Girê Sîser 13 caran, herêma Şehîd Delîl Batî Zap a herêma Girê Bahar 9 caran, herêma Xakurkê Sinînê, herêma Ava Lolanê. 7 caran, qada Berxwedana Serdemê ya Şehîd Îbrahîm a herêma Zapê 4 caran, herêma Serê Metîna û Bêşîlî yên herêma Metîna 4 caran, Qada Girê ya herêma Qendîlê 4 caran; 38 caran ji aliyê balafirên şer ve hatiye bombekirin.
🔸Di 7 û 8ê Sibatê de qada Geliyê Lolanê ya herêma Xakurkê ji aliyê helîkopterên êrîşê ve hatiye bombekirin.
10 Sibat 2024
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê