HESEKE – Meclisa Ciwanan a Partiya Sûriyeya Pêşerojê bi armanca şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê meşek li dar xist.
Meşê ji pêşiya Parka Rêber Apo dest pê kir. Di meşê de alên Partiya Sûriyeya Pêşerojê hatin hildan.
Meşa ku bi dehan ciwan tevlî bibûn li qada Suryan rawestiya. Li vir berdevka Meclisa Ciwanan a Partiya Sûriyeya Pêşerojê Zada Mihemed daxuyanî xwend.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku projeya neteweya demokratîk a ku Rêber Apo pêşkêş kiriye ji tevahî pirsgirêkên gelan re çareserî ne. Hate gotin dewleta Tirk hewl dide vê projeyê têk bibe da ku serweriya xwe li Rojhilata Navîn ferz bike.
Di daxuyaniyê de îşaret bi dagirkirina hin deverên Sûriyeyê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve hate kirin û hate gotin: “Kirinên dewleta Tirk a dagirker ên revandin, qetilkirin û talankirin encamên armancên wê yên tunekirina ramanê demokratîk e. Her wiha nîşaneya bêçarebûna dewleta Tirk li hemberî berxwedana QSD’ê û hevgirtina gelên herêmê ye.”
Di daxuyaniyê de êriş û sûcên dewleta Tirk a dagirkerên li ser herêmê hatin şermezarkirin û hate gotin: “Em ciwanên Partiya Sûriyeyê Pêşerojê tevahî sûc û êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê şermezar dikin û guhertina demografî red dikin. Em piştgiriya xwe bi QSD’ê re û kombûna xwe li derdora projeya Rêveberiya Xweser nîşan didin.. Em ê li hemberî her êrişeke li dijî xaka me, rûmeta û azadiya gelan têkoşîna xwe xurt bikin.”
Çalakî bi berzkirina dirûşmên “Şehîd namirin”, “Hilweşe komplo” û “Bijî berxwedana gelan” bi dawî bû.
ÇAVKANÎ: ANHA