KOBANÊ– Endamên Yekitiya Jinên Ciwan ên Herema Firatê beramberî komploya navnetevî ku li dijî Rêber Apo hatiye kirin helwestê xwe nîşandan. Jinên Ciwan di axaftinên xwe de dan diyar kirin ku wê xwe li ser fikir û felsefeya Rêber Apo perwerde bikin û vê fikrî ji hemû cihanê re bidin belav kirin.
Nadya Exesîva, Endama Yêkîtiya Jinên Ciwan a Kobanê:
Îro em bi navê Yekitiya Jinên Ciwan konferansekî li dardixin. Ev konferans ji bo Serokati ye. Ji xwe em meha reş de ne. Meha ku Serokê me, rêberê reberan bi ixanet hatiye dil girtin e. Ne tenê 15’ê Sibatê giştî rojên ku bê Serok derbas dibe ji bo me rojên reş in.
Em vî konferansêji bo ku fikir û felsefeya Rêbertî hin zêdetir belav bikin li dardixin. Her jinekî ciwan ku li vê de rê amade ye nerînên xwe ji bo Serokatî dibêje. Jinên ciwan xwe li ser fikir û felsefeya Rêber Apo hin zêdetir rexistin dike, xwe perwerde dike.
Emwek jinên ciwan her tim çîçalakî hebin emê tevlî bibin û emê her tim di rêya fikir û felsefeya Rêber Apo de bin. Emê her tim li ser fikir û felsefeya Rêber Apo xwe perwerde bikin. Emê xwe bigihinin her ciwanekî da ku hemû ciwan xwe li ser fikir û felsefeya Rêbertî rexistin û perwerde bike.
Ji xwe em wek jinên ciwan xwe tu carî azad nabinin. Ji ber ku yê ku azadiya me derxiste holê ye Rêber Apo bû. Heta ku Rêber Apo azad nebe emjî azad nabin.
Dawiyê de jî dibêjim bangawaziya min hemû ciwanan re hemû kes xwedî Rêberê xwe derbikeve. Pêwîste v roja reş ku Rêber Apo bi ixanetekî hatiye dil girtin kesekî xweqar neke. Hemû kes pêwiste helwestê xwe diyar bike. Hemû kes pêwiste xwedî Rêbertî derkeve. Herî dawî em dibêjin Bê Serok Jiyan Nabe Jin Jiyan Azadî.”
Neda Şahin, Berdevka Yekîtiya Jinên Ciwan a Herêma Firatê:
“Ev konferans di derbarê komploya li ser Rêbertî de hate li darxistin. Rêberê me bi ixanetî pirmezin hate dil girtin. Ji bo vê yekê di serî de em vê rojê lanet û şermazar dikin. Em wek jinên ciwan bi her awayî şopdarê Rêber Apo ne. Fikir û felsefeya ku Rêber Apo ji bo me pêşxist hişt ku ev fikir dimejiyê me de roj bi roj jiyan bike. Li ser vê esasê me îro konferansekî li darxist ji bo her jinêkî ciwan nerînê xwe binin li ser ziman û were zanîn ku jinên ciwan şopdarê Rêber Apo ne.
Deleta Tirk bi êrîşên xwe ve dixwaze ku em durî xwe, durî çanda xwe bikevin. Lê tu car nagihije armanca xwe. Ji bo vê yekê em wek jinên ciwan her tim xwe rexistin dikin. Em xwe her perwerdedikin da ku vê fikrê behtir di nav civakê de belav bikin û xurt bikin. Li ser vê esasê em xwe rexistin dikin. Bangawaziya me ji bo hemu jinên ciwan heye werin xwe di fikir û felsefeya Rêbertî de perwerde bikin. Dengê bigihinin hemû cihanê.”