NAVENDA NÛÇEYAN – Li bajarê Mannheîm ê Elmanyayê bi boneya salvegera komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Apo, ciwanên Kurdistanî dest bi “Rêwitiya Azadiyê” kirin ku wê heta hefteyekê bidome.
Meş ji bo bîranîna şehîdan bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Endama Meclîsa TCŞ’ê Sarya Ateş di çalakiyê de axivî û diyar kir ku paradîgmaya Rêber Apo li dijî komployê bersiva herî mezin e.
Ateş diyar kir ku dewleta Elman bi rengekî sîstematîk gelê Kurd krîmalîze dike û got: “Herî dawî eyaleta Baden-Wurttemberg a Elmanyayê, bi taybetî eyaleta Mannheîmê û bajarê wê, bi biryarên derhiqûqî xwest ku wêneyê Rêber Apo bê rakirin û hildana wê qedexe kir. Weke ciwanên Kurd em vê biryarê bi tundî şermezar dikin. Ev yek jî nîşan dide ku dewleta Elman jî di komploya navneteweyî de bi rengekî şênber rolekî girîng lîstiye. Fikir û ramanên Rêber Apo nayên qedexekirin, ji ber ku fikir û ramanên wî li her devera cîhanê belav bûne.”
Piştî daxuyaniyê ciwanan bê navber dirûşmeyên “Bijî Serok APO”, “Bê Serok Jiyan Nabe”, “Bijî Berxwedana Gerîlla” berz kirin.
‘AZADÎ BI BERXWEDANÊ PÊK TÊ’
Çalakvanan diyar kir ku azadiya Rêber Apo encex bi berxwedanê wê pêk were û wiha hate gotin: “Divê qirkirina çandî û fîzîkî ya li ser gelê Kurd bi dawî bibe. Divê azadiya gelê Kurd ji ti kesê neyê hêvîkirin. Divê em bi xwe azadiyê bi dest bixin.”
ÇAVKANî: ANF