HESEKE – Tevgera Ciwanên Şoreşger li bajarokê Til Koçer derbarê Komployê Navetewî civînek li dar xist. Rêber Apo di serî de bi destê îstîxparatên Dewletên Yekbuyî yên Emerîka (CIA) û yên Îsrayîl (MOSSAD) û bi hevkariya dehan dewletan di encamê komployekî navnetewî de di 15’ê Sibatê 1999’an de li Kenya hat dîlgirtin.
Di civînê de endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger derbarê Komployê Navnetewî axivîn û tecrîda li ser Rêber Apo şermezar kirin. Piştî wê sînevîzyonekî li ser jiyan û tekoşîna Rêber Apo û li ser Komployê Navnetewî hat temaşe kirin.