DÊRAZOR – Tevgera Ciwanên Şoreşger, Yekîtiya Jinên Ciwan û hemû tevgerên ciwanan ên Dêrazorê ji bo şermezarkirina komployê navnetewî li dijî Rêber Apo, a ku 25 sal berî di 15’ê Sibatê 1999’an de Rêber Apo xist di bin tecrîdê de, meşekî meşaleyî li dar xistin.
Meş bi slogana “Hûn nikarin roja me tarî bikin” ji ber Komîteya Aboriya Giştî dest pê kir û gihişt ber Meclîsa Sîvîl. Al, pankart û meşaleyan hatin hildan û silogan hatin berz kirin.
Li wir li ser navê Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan ên Dêrazorê daxuyaniyekî hat dayîn. Hevserokê Desteya Ciwan û Werzîşê ya Dêrazorê Îbtîsam Mihemed daxuyanî xwend.