NAVENDA NÛÇEYAN – Kovara Ciwanên Şoreşger a Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) a Sûriyê, hejmara xwe ya 23 ya meha Çile û Sibatê bi sernivîsa “Bi vejînekî ciwan emê xwe rêxistin bikin, komployê navnetewî têk bibin” derket. Naveroka kovara ku bi zimanê Kurdî (Zaravaya Kurmancî) û Erebî tê weşandin bi vî awayî ye;
“Nîvîsên Rêber Apo li ser planên hêzên hegemon ji bo Rojhilata Navîn û li ser berxwedana xwe li girtîgeha Îmralî tên weşandin. Pirsên li ser şoreşê, helbestên Rêber Apo û nameyên ciwanan jî cihê xwe di nav kovara de digirin. Perspektîfên Ciwanên Şoreşger û Jinên Ciwan, nîvîsên li ser komînên ciwanan, li ser çand û huner, exlaq, bandorê teknolojî li ser ciwanan û li ser koçberî û welatparêzî hatin amade kirin. Her wiha, lêhengên şoreşa Rojava û tevgera ciwanan Lewend û Serhed û berxwedana 58 rojan a gelê Efrînê li dijî dagirkeriyê NATO, di salvegera xwe ya 6’emîn de, tên bibîr anîn.”
Kovar li ser sîteya Ciwanên Şoreşger dikare were xwendin: https://ciwanensoresger.com/2024/02/11/kovara-ciwanen-soresger-23-cile-u-sibate-2024/