NAVENDA NÛÇEYAN – Roja yekem a çalakiya “Rêwîtiya Azadiyê” piştî meşa 15 km qediya.
Bi sedan ciwan beşdarî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de kartpostal ji Rêber Apo re hatin şandin.
Li Heildelbergê jî ji bo Şehîdên Şoreşa Kurdistanê merasîma bîranînê hate lidarxistin.
Ji hevberdevkiya KOMAW’ê wiha hate gotin: “Divê ciwanên Kurd ji bo azadiya Abdullah Ocalan têbikoşin. Em jiyana bêyî Rêber Apo qebûl nakin. Em bang li hemû gelê Kurd û ciwanên Kurd dikin ku tevlî meşa mezin a 17’ê Sibatê bibin ku wê li Kolnê were lidarxistin.”
Gulistan Ateş ku xwişka yek ji 5 gerîlayên ku 18’ê Tîrmeha 2022’yan li Zapê şehîd bûn, Seher Denîz (Hatîce Ateş) e, axivî û qala tevlîbûna xwişka xwe ya nava refên PKK’ê kir.
Bavê gerîlayê HPG’ê Tolhildan Tekman (Yilmaz Ûzûn) ku 15’ê Îlona 2020’an li Sêrtê şehîd bû û hestiyên wî piştî 3 salan di qutiyekî de radestê malbatê hate kirin, şehîd bi bîr anîn û got: “Heta ku gelê Kurd azad nebe, ti kes azad nabe. Lewma divê em heta dawiyê li ber xwe bidin.”
Axaftina dawî li ser navê TêkoJIN’ê hate kirin û wiha hate gotin: “Şehîd wate û heqîqeta jiyanê nîşanî me didin. Divê em vê baş fêm bikin û bijîn. Divê em jî di nava hemû xebatan de cih bigirin û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk bînin. Divê hemû ciwanên Kurd bi rola xwe ya pêşengiyê rabin û vê yekê weke wezîfe bizanin.”
Piştî axaftinan ji bo bîranîna Ronahî û Bêrîvan ku sala 1994’an li dijî Komploya Navneteweyî li Mannheîm’ê bedena xwe dan ber agir, sînevîzyon hate temaşekirin.
ÇAVKANÎ: ANF