QAMİŞLO- Beriya çend kêliyan, Kongreya Sêyemîn a Yekitiya Ciwanên Suryan ên Pêşverû dest pê kir. Kongre bi dirûşma “Bi ked û zanînê em ê ji bo siberojeke guncaw ji ciwanên xwe re rêya têkoşîn û azadiyê bidomîmin” li hola Komeleya Xêrxwaziyê ya Ermenî ya li bajarê Qamişloyê yê kantona Cizîrê tê lidarxistin. Ji Yekitiya Ciwanên Suryan ên Pêşverû, nûnerên Partiya Yekitiya Suryanî, Meclisa Beth Nehrên a Neteweyî, nûnerên ciwanên Sûriyeya Demokratîk û nûnerên tevgerên ciwanan ên li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 150 delge beşdarî kongreyê bûne.
Hevserokên Yekitiya Ciwanên Suryan ên Pêşverû Suhbî Melkê û Meryana Îsa axivîn, bal kişandin ser rola ciwanan û erka dikeve ser milên wan. Hate gotin: “Li ser vî bingehê em îro kongreya xwe li dar dixin da ku em bibin xwedî yek îrade û yek deng û mafên gelê Suryan, Asur û Kildan mîsoger bikin. Her wiha ji bo doza Suryanan û mîsogerkirina siberojeke guncaw ji bo wan tê bikoşin.”
Serokê Meclisa Beth Nehrên Mîxaîl Neîm Hadûdo bi peyameke di dîmen beşdarî kongreyê bûn Hadûdo lidarxistina kongreyê pîroz kir û rola ciwanan a di tevahî qadan de vegot.
Seroka Nivîsgeha Têkiliyan a Meclisa Ciwanan a Sûriyeya Demokratîk Lîna El Zahir jî behsa rola ciwanan di şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de kir û got: “Ciwan stun û dînamîka civakan e ku dikarin ji bo avakirina ramaneke azad û civakeke azad guhertînê pêk bînin. Ji ber vê yekê desthilatdarî û pergalên serdest ciwanan dikin hedef. “
Piştre nameyên pîrozkirina kongreyê hatin xwendin.
Kongre li pêşiya ragihandinê re girtî dewam dike. Di kongreyê de rewşa rêxistinî ya yekitiyê û rêziknameya wê werin nîqaşkirin.
Li gorî komîteya amadekar, kongre wê bi hilbijartina hevserokatiya nû ya yekitiyê û encamnameyekê bi dawî bibe.