DÊRAZOR – Tevgera Ciwanên Şoreşger a Dêrezorê li herêma rojavayê Dêrazorê dewreyekî alîkariya yekem a bi beşdarbûna 50 jin û mêr ên ji bajarokê Hewîc Bû Mûsa’a qedand.
Di dewreyê de dersên teorîk û pratîk û ezmûn derbarê alîkariya yekemîn hebûn. Dewrê bi pêşkêşkirina belgeyên destpê kir û bi axaftina mamosteyên paramedîk bi dawî bû. Piştre jî berdevkê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Dêrazorê tekezî li ser berdewamiya rêxistinbûn û hişyarkirina ciwanan kir.
Tevgera Ciwanên Şoreşger di çarçoveya amadekariyên şerê gel ê şoreşgerî de li hemû herêmên Dêrezorê dewreyên alîkariyên yekemîn, agahdarî û pîşeyî didomînin.