NAVENDA NÛÇEYAN – Înîsiyatîfa Jinên Tolhildêr ragihand ku li Taxa Şîrînevler a Stenbolê wesayîtek, li Beylikduzuyê wesayîtek û li Bagcilarê jî 2 wesayît şewitandin.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku ev wesayît “aîdî faşîstan in”. Înîsiyatîfê got, “Armanca me dijmin û hevkarên ku destkeftiyên gelê me dikin hedef û sîxurî, tiryak û fuhuşê li ciwanên Kurd ferz dikinin.”
Ravekirin wiha ye;
Li Stenbolê çalakiyên hemwext.
Yekîneyên me li taxa Şîrînevler 1, li Beylikduzuyê 1 wesayit, li taxa Bagcilarê jî 2 wesayîtên faşîst û hevkaran şewitandin.
Em weke yekîneyên Înîsiyatîfa Jinên Tolhildêr;
Hedefa me her kesê ku destkeftiyên gelê me dike hedef û ciwanên Kurd neçarî sîxurî, tiryak û fuhûşê dike û her kesê ku bi dijmin re hevkariyê dike ye.
Em bang li her ciwan û jineke Kurd a ku hezkirina Kurd û Kurdistanê heye, li dijî êrîşên îmha, înkar û qirkirinê, li her derê ku lê ne, darbe li dijminê bidin û tevlî nava refên me bibin.”
Însiyatîfa Jinên Tolhildêr