NAVENDA NÛÇEYAN – Di destpêka meşa ku li bajarê Heîdelbergê ket roja xwe ya duyemîn, ciwanan gerîlayên li dijî dewleta Tirk a dagirker li ber xwe dan silav kirin. Ciwanên ku azadiya Rêber Apo dixwazin meşa xwe ya ji Heîdelberg heta Hockenheîmê didomînin.
Ev qonaxa duyemîn a meşa ku saet di 10:00’an de li ber stasyona trenê ya Heîdelbergê dest pê dike, wê bi qasî 21 km’yan bidome.