TEBQA – Bi boneya nêzîkbûna salvegera komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Apo, bi şîara “Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî” Tevgera Ciwanên Şoreşger a Tebqayê îro danê êvarê li Navenda xwe bi amadebûna endamên navendê û endamên parastina cewherî a ciwanan civînek li dar xist.
Di civînê de perspektîfên Rêber Apo ji aliyê berdefkê Tevgera Ciwanên Şoreşger Ala El-Mihemed ve hate xwendin û piştre sînevîzyonekî li ser komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Apo hat pêşkêş kirin.