MINBIC – Bi boneya nêzîkbûna salvegera komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Apo, Tevgera Ciwanên Şoreşger a Minbic, di bin dirûşmeya “Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî” îro danê êvarê meşeke meşaleyî li dar xist.
Bi dehan şêniyên bajar û gundan, endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan amade bûn. Meş ji çarxereya El-Mîzan bi hildana al û wêneyên Rêber Apo dest pê kir û heya li ber Navenda Tevgera Ciwanên Şoreşger berdewam kir.
Li ber navenda Tevgera Ciwanên Şoreşger, beşdaran deqayek rêzgirtin ji bo giyanê şehîdan girtin. Piştre jî endama Tevgera Ciwanên Şoreşger a bi navê Jiyan derbarê komployê navnetewî, hedefa wê û rola ciwanan di têkbirina wê de axivî. Meş bi dirûşmeyên ji bo daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bi dawî bû.