HEIDELBERG- Rawestgeha meşa azadiyê ya ku îro li bajarê Mannheim ê Elmanyayê di çarçoveya Pêngava 10’ê Sibatê de ji bo azadiya Rêber APO, Çareseriya Demokratîk a Pirsgirêka Kurd destpê kir, Heidelberg bû.
Meşa ku serê sibê li Heidelberg Hauptbahnhofê dest pê kir, li Hockenheim Hauptbahnhofê piştî rêyeke bi qasî 20 km bi dawî bû.
Di meşa ku bi coşeke mezin dewam kir de wêneyên rengîn bal kişandin ser xwe.
Ji Hockenheîma ku meş bi dawî bû, Semînera Ciwanan a Temayê dest pê kir.
Di semînerê de Rol û Mîsyona Ciwanan hate nîqaşkirin.
Di semînerê de endama TCŞ’ê (Tevgera Ciwanên Şoreşger) axivî û bal kişand ser Rêbertiya azad û ruhê ciwanan; “Armanca vê meşa azadiyê şikandina tecrîda girankirî ya li ser Rêber APO û misogerkirina azadiya fîzîkî ye. “Em îro weke gelê Kurd li gelek deverên cîhanê bi taybet li çar parçeyên Kurdistanê berxwedana xwe didomînin.
Endamê ciwanan ku banga berfirehkirina têkoşînê kir; “Em weke ciwan divê têkoşîna xwe hîn berfirehtir bikin û li hemû qadan belav bikin. Weke ku hûn jî dizanin, Rêber APO û hevalên wî wek komek dest pê kirin û bi milyonan belav bûn. “Em bi şîara ku me ciwan dest pê kir û em ê ciwan bi ser bikevin em hatin gel hev.”
Divê em di warê fizîkî û zîhniyet de şer bikin
Endam bal kişand ser hatina ciwanên Kurd a Ewropayê û wiha got: “Helbet ev yek di encama polîtîkayên dewleta Tirk û dewletên Ewropayê de pêk hatiye. Ez li vir hevalên ku hatine Ewropayê sûcdar nakim, lê divê em li ser sedemên vê yekê bisekinin. Îro dixwazin ciwanên li Ewropayê bi bicihkirina wan li kampan kontrol bikin. Hewl didin hevalên ciwan ên ku her roj bi sîstema îmzeyan li kampan dimînin li gorî pergala xwe biguncînin û pergala xwe ya qirêj ava bikin.
“Îro weke ciwanên Kurd divê em li dijî vê pergala qirêj di aliyê fîzîkî û derûnî de têbikoşin.
Meş wê sibe saet di 10:00 de li Homburgê di roja 3. a meşê de berdewam bike.