NAVENDA NÛÇEYAN- Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) têkildarî çalakiyên xwe yên dawîn daxuyaniyeke nivîskî da.
HRE’yê diyar kir ku li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, hêzên wan di navbera 9 û 11’ê Sibatê de 3 çalakiyên bersivdayînê li dar xistine.
Li gorî daxuyaniyê di 9 û 10’ê Sibatê de li bajarokê Ezazê yê dagirkirî 2 çalakiyên sekvanî hatine lidarxistin û di encamê de 2 hatine kuştin.
11’ê Sibatê jî li xeta Meryemînê çalakiyeke taybet hatiye lidaristin. Di wê çalakiyê de çeteyek hatiye kuştin û 2 çete jî bi giranî birîndar bûne. Her wiha erebeyeke doçkabarkirî hatiye îmhakirin.