NAVENDA NÛÇEYAN- Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê nasnameyên 3 şehîdan aşkera kirin.
QSD’ê di daxuyaniyê de diyar kir: “Di êrişên cuda de yên aliyên dijber ên hewl didin tevlihevî û kuştinê li herêma me belav bikin, 3 şervanên me şehîd bûn. Şervanên me yên bi navên Şers (Ebdulqadir Receb El Îsa) û Nemrûd (Muwefeq Sewadî Xilêf) di êrişên çeteyên rejîma Sûriyeyê de li rojhilatê Dêrazorê şehîd bûn. Şervanê me Esaf Hesekê (Esaf Xelîl El Hisêno) ji aliyê çeteyên rêxistina DAIŞ’ê ya terorîst ve roja şemiya borî li bajarê Hesekê hate şehîdkirin.”
QSD’ê sersaxî da malbatên her sê şehîdan û wiha ate gotin: “Em ê tola wan hilînin. Berdêl çi dibe bila bibe em ê şênî û herêmên xwe ji êrişên çeteyan biparêzin.”
NASNAMEYÊN ŞEHÎDAN
Nasnav: Şers
Nav û Paşnav: Ebdulqadir El Esed
Navê Dayikê: Nûriye
Navê Bav: Receb
Cih û Dîroka Jidayikbûnê: Dêrazor, 1995
Cih û Dîroka Şehadetê: Dêrazor-Zibyan, 11`ê Sibatê 2024
Nasnav: Nemrûd
Nav û Paşnav: Miwefeq Sewadî Xiêf
Navê Dayikê: Necme
Navê Bav: Sewadî
Cih û Dîroka Jidayikbûnê: Hesekê, 2001
Cih û Dîroka Şehadetê: Dêrazor-Zibyan, 1`ê Sibatê 2024
Nasnav: Essaf Hesekê
Nav û Paşnav: Essaf Xelîl El Hesîno
Navê Dayikê: Cewhera
Navê Bav: Xelîl
Cih û Dîroka Jidayikbûnê: Hesekê, 2003
Cih û Dîroka Şehadetê: Hesekê, 10`ê Sibatê 2024