HESEKE – Desteya Ciwan û Werzîşê a Dirbêsiyê li dijî Komployê Navnetewî û sîstema îşkenceya Îmraliyê komxebatekî bi slogana “Bi rihê Şerê Gelê Şoreşgerî emê dîwarên Îmralî hilweşînin” li dar xist. Tevgerên ciwanan ên herêmê û saziyên civakî û sîvîl beşdarî komxebatê bûm.
Komxebat bi deqayekî rêzgirtin li ser giyana şehîdan dest pê kir. Piştî wê sînevîzyonekî li ser jiyan û tekoşîna Rêber Apo û komployê navnetewî hat pêşkêşkirin. Perspektîfên Rêber Apo derbarê ciwanan Û ciwantî jî hatin xwendin. Piştre nîqaş hat vekirin û ciwanên hezir diyar kirin ku wê karê xwe berdewam bikin ji bo belavkirina fikir û felsefeya Rêber Apo û wê bi taybet xwendina parêznameyên Rêber Apo pêşbixin.
Di dawiyê de jî, wek encama nîqaşên komxebatê, beşdaran bi daxuyaniyekî komployê navnetewî şermezar kirin û destnîşan kirin ku wê heya azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk were têbikoşin.