WAN- Meclîsa Ciwanên DEM Partî yên Wanê bi dirûşma “Azadiya birêz Abdullah Ocalan azadiya gelê kurd e!” posterên Rêber APO daliqandin û komploya navdewletî şermezar kirin. Her wiha anîn ziman ku: “Ciwan wê bersiva herî mezin bidin komploya 15’ê Sibatê!” “Em ê tecrîda li ser Rêberê Gelan Birêz Abdullah Ocalan bişkînin û jiyana azad ava bikin!”