REQA – Yekîtiya Jinên Ciwan û Yekîtiya Xwendekarên Demokratîk a zaningehê a bajarê Reqa ji bo şermezarkirina komployê li ser Rêber Apo meşekî li dar xistin.
Meş li ber Beb Bexdad dest pê kir û li ber navendê Yekîtiya Xwendekarên Demokratîk rawestiya. Di meşê de pankart, alên Rêber Apo, Yekîtiya Jinên Ciwan û Yekîtiya Xwendekarên Demokratîk hatin hildan û slogên “Bê Serok Jiyan Nabe” û “Bimre Îxanet” hat berz kirin.
Li ber navenda Xwendekaran deqayekî rêzgirtin li ser giyana tevahî şehîdên şoreşê hat girtin. Li wir li ser navê Yekîtiya Xwendekarên Demokratîk Sozdar derbarê komplo, armancê wê axivî û diyar kir ku heya azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk were ew ê têbikoşin.