DERÊZOR- Ji aliyê ciwanên Komiteya Werzişê ya gundawarên Rojhilatê Derêzorê li Bajorê El Teyana di bin çerçoveya hamleya “Ji Rêber Apo Azadî, Ji Pirsigirêka Kurd re Çareserî” ku ji bo fizikî azadiya Rêber Apo hatiye destpêkirin, li dijî komploya navnetewî a ku bermaberê Rêber Apo hatiye kirin 2 semîner hate dayîn.
Di seminer de rastiya komplo û dewletên ku di nav komlo de cihê xwe girtin hatiye vegotin her wiha armanca komplo bi berfirehî ji ciwanan re hatiye dayîn.
Her wiha beramberê komploya ku li dijî Rêber Apo hatiye kirin pêwiste ciwanan rolekî cawa bilêzin û ev komplo çawa vala derxin hatiye niqaş kirin. Ji aliyê ciwanan ve jî ji bo azadiya fizikî a Rêber Apo misoger bikin helwest û iddîa hatiye nişandan.
Semîner bi sloganên “Bijî Serok Apo” û “Ciwan Fedaî Rêber Apo ne” hate bi dawî kirin.