NAVENDA NÛÇEYAN- Tevgera Jinên Ciwan yên Rojava di her qadê de ji bo danasîna rastiya komploya li ser Rêber APO bikin û ji bo ku fikr felsefeya Rêber APO bidin naskirin di rewşeke çalak de ne.
Jinên ciwan diyar kirin ku ger em dixwazin azadiya fizikî ya Rêber APO pek bînin, em pewîste tekoşînekê bi xwe bidin meşandin. Jiyanekê azad ava bikin. Bi naskirin û zindîkirina fikrê Rêber APO em dikarin tecrîd bişkînin, azadiya fizîkî ya Rêber APO pêkbînin.
Li Kobanê, Qamişlo her wiha li Hesekê xebatên ku komplo vala derbixin û ji bo ku li beramberî komplo hişyarî bidin avakirin xebat hatin meşandin.
QAMIŞLO
Li Qamişlo Jinên ciwan ji bo valaderxistina Komplo fikr û felsefeya Rêber APO didin nasîn
Yekîtiya Jinên Ciwan li Qamişlo kampa Amara ya 3-rojan vekir. 15 jinên ciwan tevlî kampê dibin. Kamp li ser esasê naskirina fikre û felsefeya Rêber APO tê vekirin. Di roja yekemîn de jinên ciwan dahurandinê Rêber APO temaşe kirin.
KOBANÊ
Jinên Ciwan rastî Komplo û Îmraliyê bi herkesî didin nasîn, Endamên Yekîtiya Jinên Ciwan li Kobanê daketin kolanan û ji bo 15’ê Sibatê broşur belav kirin. Broşur li ser sistema Îmralî ye û li ser jiyana Rêber APO. Rêber APO behsa şert û merCên tecrîde dike. Bi nêzbûna salvegera 25’êmin a komploya navnetewî jinên ciwan dixwazin rastiya roja reş bi herkesî bidin nasîn.
HESEKE
Yekitiya jinên ciwan ên Hesekê di destpêka bajar de li dijî komployê dirûşma “KES NIKARE ROJA ME TARÎ BIKE” xêz kirin û bi vê re diyar kirin ku wê her li qadan bin û ji bo azadiya Rêber APO ya fizîkî pêk bînin yê têbikoşin, çalakî û xebatên cûr be cûr lidarbixin.