DÊRIK- Îro li goristana Şehîd Xebat Dêrik a bajare Dêrîkê, şehîd Azadî Qendîl, şehîd Tareq Adil, şehîd Caber El Ebo, bi merasîmeke girseyî hatin oxirkirin.
Girseya gel li ber nexwşxaneya şehîd Xebat Dêrik kom bûn û pêşwaziya cenazeyên her sê cangoriyan kir.
Pişt re girseya gel berê xwe da goristana şehîdan û li wir merasîmeke gireseyî destpê kir.
Piştî wê jî deqeyek rêzgirtin ji bo hemû şehîdên şoreşê hate sekinîn, li aliyê din li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan, Fedresyona Gaziyên Şer, Hêzên Leşkerî ,Kongreya Îslama Demokratîk axaftin hatin kirin.
Di axaftinê de soza serkeftinê hat dayîn û êrîşên dewleta Tirk a dagirker yên li ser şoreşa Rojava hatin şermezarkirin û soza hesapxwestina ji îxantkaran hat xwestin.
Piştî wê jî wesîqeyên şehîdan radestî malbatên wan hatin kirin. Di merasîmê de hate ziman ku: “Dewleta Tirk a pişte ku ji gerîlayên azadiya Kurdistanê derbeyên giran xwarin, van êrîşan pêk tîne, da ku destkeftiyên gelê kurd li Rojavayê Kurdistanê têk bibe.”