MEXMÛR- Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) bi daxuyaniyekê ragihand ku di êrişa dewleta Tirk a dagirker ku 11’ê Sibata 2024’an li ser avahiya Federasyona Gaziyên herêma Bakur û Rojhilatê Suriyeyê pêkhat de, fermandara wan a gazî Sorxwîn Rojhilat û şervana wan a gazî Azadî Dêrik şehîd bûne. Li wargeha penaberan ya Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) fermandar Sorxwîn Rojhilat û Azadî Dêrik, bi merasîmek hatin bîranîn.
Merasîm li Saziya Malbatên Şehîdan bi amadebûna gel bi deqeyek rêzgirtin ji bo tevahî Şehîdên Azadiya Kurdistanê destpê kir. Piştî rêzgirtinê Hevseroka Meclîsa Gel a Mexmûrê Filîz Budak axivî.
Filîz Budak di destpêka axaftina xwe de hemû şehîdên azadiya Kurdistanê di kesayeta şehîd Sorxwîn Rojhilat û Azadî Dêrîk de bibîranî û wiha got: “Hemû şervanên azadiyê yên ku derbeyên giran li dijmin xistibe îro di hedefa dijmin de ye. Heval Sorxwîn yek ji Fermandarên jin yên di azadiya Kobanê de pêşengitî kir û di azadkirina Kobanê de rolê xwe lîstiye. Ev êrişên tên pêkanîn, êrişên li ser destkeftiyên gelê Kurdin ku bi van êrişan dixwaze destkeftiyên gelê Kurd tine bike. Vale derxistina van êrişan erkê welatparêziyê ye. Dewleta Tirk îro êrişî hemû destkeftî û cihê jiyanê yên gelê Kurd dike ev jî lewaziya dijmin dide diyar kirin. Hêzbûna gelê Kurd, hêz bûna gerîlayên azadiya Kurdistanê ye û fikrên Rêbertiyê. Şoreşa Heval Sorxwîn û Heval Azadî dayîn avakirin divê em mezintir bikin û belav bikin. Ev soza rêhevaltiyê ye. Sozên van şehîdan ji bo me fermanin û emê heta dawî li pey doza wan bin.”
Her wiha Hevberdevkê Saziya Malbatên Şehîdan Murat Encu jî destnîşa kir ku wê têkoşîna Heval Sorxwîn Rojhilat û Heval Azadî Dêrîk bibe soza wan ya berdewam kirina vê dozê û wiha got: “Dijminê dagirker yê li hemberî gerîlayên azadiyê cok danîne, bi hovan êrişê şervanên azadiyê û gelê azadîxwaz dike. Em soz didin heta fîzîkî azadiya Rêbertî û Kurdistanek azad emê xeyalên şehîdên xwe bilind bikin. Emê nehêlin xwe firoş û xiyanet kar di nava axa Kurdistanê de serê xwe rakin.”
Merasîm bi di rûşmeyên ‘Şehîd Namirin’ û ‘Bê Serok Jiyan nabe’ bi dawî bû.