ŞEHBA – Tevgera Ciwanên Şoreşger a kantona Efrîn û Şehba bi boneya salvegera 25’emîn a komployê navnetewî ya 15’ê Sibatê ya li ser Rêber Apo meşekî li dar xistin. Meş ji kampa Berxwedan dest pê kir û li Ehrezê bi dawî bû.
Di meşê de li ser navê Tevgera Ciwanên Şoreşger Abdîn Efrîn axivî û got: “Gotinê Rêber Apo dibêje me bi ciwantî dest pêkir, emê bi ciwantî bi serbikevin. Em bîst û çar saet tekoşîna azadîya fîzîkî ya Rêber Apo dikin. Komployê 1999’an ku li ser Rêbertî hatîye meşandin, em vê komplo şermezar dikin û em wek Tevgera Ciwanên Şoreşger soza xwe dubare dikin ku em heta azadîya fîzîkî ya Rêber Apo misoger nekin, em tu carî xew nakin, ji ber ku soza me ‘Bê Serok jiyan nabê’ ye. Ji ber vê jî emê 24 saet li qadan bin û şerê ku Rêber Apo di 1973’an de dest pêkirî emê li ser wê fikirê her tim berdewam bikin.
Çalakî bi berzkirina sloganên ‘BÊ SEROK JIYAN NABÊ’, ‘NA JI KOMPLO NAVNETEWÎ RE’ û ‘BIMRÊ ÎXANET’ bi dawî bû.