HESEKÊ- Komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê li Hesekê bi pêşengiya Yekitiya Jinên Ciwan bi meşeke meşaleyî hat protestokirin. Li gel jinên ciwan, ciwanên Hesekê jî beşdarî meşa ku li Qada Guvercinê destpê kir, bûn.
Di meşa ku pankartên Rêber Apo û alên jinên ciwan hatin rakirin de jinên ciwan jî pankartên “Hûn nikarin Rojê Tarî Bikin” û “Azadiya Rêber Apo azadiya me ye” vekirin.
Di tevahiya meşê de jinên ciwan bi zimanên Erebî û Kurdî dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok Jiyan Nabe” û “Bi can bi xwîn em bi te re ne ey Serok” berz kirin.
Piştî meşê ji aliyê Yekitiya Jinên Ciwan ve daxuyaniya çapemeniyê hat dayîn.
Di destpêka daxuyaniya bi zimanê Erebî hate xwendin de komploya li ser Rêber Apo hate şermezarkirin û hate gotin ku ev komplo li dijî hemû jin û ciwanan pêk hatiye. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku komplo ji bo fikir û felsefeya Rêber Apo ku jinên ciwan xwerêveberiyê daye meşandin hatiye kirin û hat gotin, “Li dijî komployê, di pêşengiya Rêber Apo de ji bo avakirina civakeke mirovî ya ku tê meşandin, têkoşîn hat dayîn. azadiya demokratîk û edaleta civakî bi ser bikeve.”
Di berdewama daxuyaniyê de hat diyarkirin ku divê ronahiya Rêber Apo ya ku weke Roj tê binavkirin ji jinên ciwan re bê ragihandin û hat gotin, “Bi têkoşîna xwe ya bi felsefe û ramana Rêber Apo re em ê berfireh bikin. azadî û şoreşa me û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bike.”
Daxuyaniya çapemeniyê bi dirûşmeyên ji bo Rêber Apo hatin berzkirin bi dawî bû.