TEBQA- Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li herêmên rizgarkirî (Reqa – Dêra Zorê – Minbic – Tebqa) bi dirûşmeya “Bi rihê ciwanan dîwarên Îmraliyê hilweşînin, cenga azadiyê bi serbixin” meşek dirêj li dar xist. Meş Li dijî komploya navneteweyî ya li ser Rêber Apo ji Tebqayê ber bi kantona Reqayê ve meşeke du rojan hate destpêkirin.
Bi sedan endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan al û wêneyên Rêber Apo û alên Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan hilgirtin.
Di destpêkê de hemû beşdaran deqeyek rêz ji bo giyanê şehîdan girtin, piştre ji aliyê “Ehmed El-Cumalî” yek ji reveberiya Tevgera Ciwanên Şoreşger ve bi daxuyaniyekê destpêka meşê hate ragihandin. El Cumalî têkildarî komploya navneteweyî ya li ser Rêber Apo axivî û diyar kir ku armanca vê komployê şikandina vîna gelên azadîxwaz e û destnîşan kir ku tevgera ciwan û jinên ciwan heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk were wê berxwedan û têkoşîna xwe bidomînin.
Cumalî her wiha hêzên parastina rewa (gerîla) yên bi biryar û îradeya tije di fikir û felsefeya Rêber Apo de cih girtine silav kir. Di dawiya daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bi dest bixin, wê têkoşîna şoreşgerî û şopandina rêya şehîdan bê bilindkirin.
Meş dewam dike. Agahiyên berfireh dê bên.