GIRKÊ LÊGE – Îro li gundê Eror yê navçeya Girkê Legê ya bajare Qamişloyê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriye ji bo şermezarkirina Komploya 15’ê Sibatê meşeke girseyî li dar xistin.
Bi dehan ciwan û jinên ciwan tevlî meşê bûn. Di meşê de wêneyên Rêber Apo, pankartên ku li ser nivîsa ‘’Bi rihê ciwantî komplo têk bibin, Cenga Azadiyê Serbixin’’ hatibû nivîsadin hatin hildan. Di meşê de bê navber siloganên “Bê Serok Jiyan Nabe” hatin berzkirin.
Piştî ku meş gihîşt navenda gund, li ser nave Tevgera Ciwanên Şoreşger Majid Elî Sofe daxuyanîyekî xwend. Di daxuyaniyê de komplo hat şermezarkirin û ciwanan diyar kir ku heya Rêber Apo fîzîkî azad nekin ewê weke ciwan her tim li qadan bin.
Her wiha di meşê de Jina ciwan Wehda Omar ji ajansa me Nûçe Ciwan re axivî. Wedha diyar kir û wiha da zanîn, ez Komploya 15’ê sibatê şermezar dikim, em wekî ciwan em ê her li Qadan bin heya ku em Rêberê xwe fîzîkî azad bikin.
Çalakiya ciwanan bi slogana “Bê Serok Jiyan Nabe” bi dawî bû.