DÊRAZOR – Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan bi rêveberiya sîvîl a herêma rojhilatê Dêrazorê re ji bo şermezarmkirina Komployê Navnetewî ya 15’ê Sibatê ya li dijî Rêber Apo û gelên Rojhilata Navîn meşekî li dar xistin.
Meş li ber Nexweşxaneya Giştî ya Hecîn dest pê kir û ber bi Saziya Malbatên Şehîdan ve çû. Pankart û wêneyên Rêber Apo hatin hilgirtin û dirûşme hatin berzkirin. Di destpêka meşê de daxuyaniyekî ji raya giştî re hat pêşkêş kir. Tê de nerazîbûn û hêrs li hember dîlgirtina Rêber Apo diyar kirim û nîşan dan ku îrade ji fikir û felsefeya Rêber Apo bi dest xistn û ku ew ê teslîm nebin û bêdeng nebin heya azadiya fîzîkî ya Rêber Apo were bidestxistin.