KOBANÊ – Bi boneya salvegera 25’emîn a Komployê Navnetewî ya 15’ê Sibatê ya li dijî Rêber Apo Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan meşekî dirêj a 3 rojan li Kobanê li dar dixin. Ev meş ku duh dest pê kir salane li Kobanê tê li dar xistin.
Meşa 35km duh li Sirînê dest pê kir û gihîşt navçeya Qînê. Îro jî di roja 2’emîn a meşê de ciwan ji Qînê heya gundê Bênderê Mezin meşiyan. Dirûşmên “Bê Serok jiyan nabe” û “Soza me tolhildan e” tên berz kirin.
Meş wê sibeh li bajarê Kobanê bi dawî bibe.