NAVENDA NÛÇEYAN- Endamê Hevserokatiya PYD’ê Aldar Xelîl di derbarê avabûna şoreşa 19′ Tirmehê de ji ajansa me re axivî û da diyarkirin ku Me wek tevger, tevgera me, şoreşa me ne di 2011’an de destpêkir. Ev bingeha xwe vedigere salên 80’ê. Dema Serok Apo di sahaya Rojhiata Navîn de dixebitî; li Lûbnanê, li Surî giştî pêvajoyekî tevgerekî Kurdîstanî ya şoreşger destpêkiribû. Û bandora xwe gelên Rojava jî kir. Ji xwe Serok Apo 20 salan li vir xebat da meşandin. Encamê vî xebatê de rexistinbûyînek cîvakî hatibû avakirin.”
Her wiha Aldar Xelîl bal kişan ser pêşengtiya ciwanan ya di şoreşa Rojava de û got ku pêşengên projeya demokrasi û azadiyê jin û ciwanin.
Aldar Xelîl bal kişand li ser komploya navdewletî ya 15’Sibatê û wiha domand; “Em nêzî 15 Sibatê jî ne. 15 Sibatê roja reş e. Rojekî bêbextiyekî mezin dijî mirovahî tevahî pêk hat. Serok Apo tê de dil hat girtin. Em vê rojê şermezar dikin. Em dixwazin ev bibe munasebeta dewsa roja reş. Em bikin bilindkirina asta tekoşînê li dijî hêzên komploger, li dijî hêzên bêbext, li dijî ev zilma ku li ser serê me hemû, li ser mirovahî pêk hatiye em bikin derfetek ji bo gihandina azadiyê.”
Nirxandinên Aldar Xelîl wiha ne;
TİŞTEKE Lİ GORÎ XWE ŞÎN NABE DİVÊ DAMARÊ WÎ HEBE, ANGO BİNGEHA WÎ HEBE
Wekî tê zanin pêvajoya 2010’an di Rojhilata Navîn de pêvajoyek destpêkir bi navê Bihara Gelan. Di vê pêvajoyê de hemû kes hevî dikir. Gelên heremê êdî ji van rejimên despot, rêjimên desthilatdar yê ku wek pergalek hatibûn avakirin di encama hêzên Rojavayî dema ku hat Rojhilata Navîn pergalek wek Netew- Dewlet avakiribû, xilas bibin. Bi destê wan hêzan hindek rejim hatibûn li ser desthilatdarî.
Esas pêvajoya 2003 pê ve di Rojhiata Navîn de henik guhertin destpêkirin. Lê belê 2010’an de ew şewazê guhertinê hate guhertin. Berî hêza hegomonîk ya cîhanî mûdehaleya heremê dikir lê vê carê hêza gelan guhertin destpêkir. Ji Tunusê destpêkir heta gihişt Suriye. Li Suriyê jî demekî dirêj her partiya BAAS li ser rejimê bû. Her dem gelê Suri lêgerina çawa dikare welatê xwe xweş bike de bû. Çawa dikare pergalekî demokratîk çêbibe, azadî pêk bê… Û di nava gelê Surî de gelê Kurd jî ji bo çareseriya pirsgirêka xwe çareseriyê digeriya. Dema pêvajoya Bihara Gelan destpêkir êdî heviyê gelên Surî jî çêbû. 2011’an de destpêka Adarê de tevgerekî li Surî destpêkir. Me wek tevger, tevgera me, şoreşa me ne di 2011’an de destpêkir. Ême bingeha xwe vedigere salên 80’ê. Dema Serok Apo di sahaya Rojhiata Navîn de dixebitî; li Lûbnanê, li Surî giştî pêvajoyekî tevgerekî Kurdîstanî ya şoreşger destpêkiribû. Û bandora xwe gelên Rojava jî kir. Ji xwe Serok Apo 20 salan li vir xebat da meşandin. Encamê vî xebatê de rexistinbûyînek cîvakî hatibû avakirin. Tê zanîn berî ERNK hebû û xebatekî berfireh çêbû bû. Henik yekitî û sazî hatibûn avakirin. Di nava civakê de aliyê hişmendî û netewî de guhertin û pêşketinên mezin hatibûn avakirin. Bi rexistinê re yekitiyekî civakî çêbû bû. Dema pêvajoya Bihara gelan di Rojhilata Navîn de destpêkir ya herî bi amade dîsa gelê me bû. Ji ber ku berî de xebatekî bingehîn hebû.
Tiştê ku li gorî zanîstî ji bifikre; tiştekî li gor xwe ve şîn nabe. Pêwiste damarê wî hebe. Bingeha wî hebe. Ango xebatekê 20 sala Serokatî hebû û piştê wî jî berdewam kir di nava şert û mercên herî giran de. Rexistin di nava gelek zexmetiyan de jî derbas bû. Êrîşên û îtifaqên komplogeran li ser heremê hebûn. Îtifeqa rejima BAAS û Tirkan hebû. Peymana Adana hebû. Tevî van tiştan dîsa jî bingehekî rexistinî di nav civaka Rojava de hebû. Dîsa dema ku pêvajo destpêkir bingehekî cûda jî hatibû avakirin. Ew jî çî bû; Serok Apo li Îmraliyê paraznameyên xwe pêşxistibû. Nerînekî nû ji bo çareseriyê pêşxistibû. Wî di girtigehê de kriz û aloziyên ku tevahî cîhan jiyan dike û her wiha sistema Netew- Dewlet ku Rojhilata Navîn de rewşa ku ketiye, aloziyên ku giştî heye, her wiha pirsgireka Kurd gihiştiye çî astê, çî çareserî ji bo van guncav e, li ser van esasan lekolînên kûr pêşxist. Di encam de bi navê paraznameyan de projeyên çareserî pêşxistibû. Ew hezên ku di bin navê Bihara Gelan de derketin tenê dixwestin desthilatdariyê pêşbixin. Şerê desthilatadariyê dikirin. Me got ev ne rast e û em nebin beşekî ji vê desthilatdariyê. Em civakekî demokratîk, wekhev û azad avabikin. An jî em jî avakirinê behtir vê rewşê çêbikin ku civak bikare di nav de bi vê rengê jiyan bike. Û şoreş bibe şoreşekî cîvakî. Ne dewsa avakirina pergalekî desthilatadariyê, cîvak bi xwe bibe xwedî îrade. Me bi vî maddeyê destpêkir.
ÊDÎ Bİ DESTPÊKA ŞOREŞA ROJAVA DE JİN Û CİWAN PÊŞENGTÎ KİRİN
Rastî di şert û mercên wê demê cûda bû. Yanî atmosferekî hatibû avakirin bi navê guhertina desthilatadariyê de. Wekî te rejima desthilatdar guhert, te şoreş pêk anî. Te ne guhert te şoreş pêk nanî. Pênaseya Serokatî û tevgera me cûda bû. Me digot ji bo şoreş destpê bike pêwiste destpêkê hişmendiya civak were guhertin. Li gor vê ev civak li gor hişmendiya nû were rexistin kirin û bi vî rengê cîvak bibe xwedî îrade û bikaribe xwe rêvebibe. Wê çaxê şoreş pêk were. Ji ber ku bingeh û proje jî hebû me nikaribû bi wan hêzên ditir re bikin. Heta gelekî zext di aliyê diplomasî, di aliyê hevdîtinan de kirin. Xwestin ku em jî bi wan re bi vî rengî bigerin. Me got em nabin beşekî şerê desthilatdariyê. Şerê desthilatdariyê çareserî ji bo gelan nayne. Berovajî wî wê aloziyan mezintir bike. Ew li gor xeta xwe meşiyan, me jî li gor xeta xwe meşiya. Di encam de çî çêbû; ê wan rixmê ku piştgiriyekî pir mezin ji bo wan hebû; aliyê maddî û aliyê leşkerî de, aliyê sîyasî û dîplomasî de gelek welatan piştgiriya wan dikirin. Heta NY ji bo ku wan nûnerê gelê Surî bide qebul kirin çend biryar da. Rejîm jî ketibû di nav tengasiyêkî mezin. Lê me projeyên xwe esas girt. Me got projeya me ya demokrasî heye, biratiya gelan heye, azadiya jin heye. Edî di vir der çî têkî dikare vê pêkbîne. Me dît projeya me heye, ev proje bi tenê partiyekî siyasî an jî bi hêzên leşkerî pêk nayê. Divê hêzên pêşeng a civakê hebin da ku em bikaribin henik guhertinan pêk bînin. An jî em bikaribin şoreşê pêk bînin. Ev pêşeng jî jin û ciwan bûn. Yanî bi jin û ciwanan peşengtiya projeya demokratîk pêk hat. Bi pêşngtiya leşkerî dibe ku xwe bikaribe biparêze an jî wê bikaribe dijî xwe bişkine. Aliyê siyasî de dibe ku bikaribe nerîna xwe bigihine derve re. Bikaribe rastiya doza xwe, adeleta wî bide nasîn. Lê tu bi van rêbazan nikarî civakekê biki civakekî demokratîk. An jî tu nîkarî pergalekî demokratîk ava bikî. Ev giring bû. Şoraşa Rojava de jin û ciwan bibin pêşeng. Êdî bi destpêka şoreşê de jin û ciwan wê derfetê dît. Û bi wê re rexistinbûyinêkî pir berfireh hat avakirin. Li ser vê bingehê gavên ku piştê wî hatin avetin li ser vê pêşketin hatin çêkirin.
Dema ku ev pêvajo destpêkir ji ber ku atmosferê ragihandinê, atmosferê siyasî û ya giştî hawayekî wisa çêbû, tevgerbûyînekî li gorê Tunusê û Libyayê çêbibe bi vî rengê desthilatdarî bê guhertin. Reveberiya welat bikeve destê me. Atmosferekî bi giştî di nav hemû kesan de wisa çêbû bû. Ciwanên Surî jî di bin bandora wî de bûn. Wê demê hêzên derve ji dûr ve bi van ciwanan re diketin di nav tekiliyê. Di rêya interneta de dixwestin bikevin tekiliyê û hêz û dînamika ciwanan ji xwe re bikarbinin. Tensikiyat avakirin. Tensikiyat çêkirin û di nava tensikiyata de xwestin ciwanan bikşînin aliyê xwe ve. Bir rastî jî ciwanên durî tevgera me henik ji wan şemitin. Çûn bi wan re tevgeriyan. Tişta erenî jî ew bû ciwanên ku berî bi rexistina me re danîbû û standibû fikrê Serok Apo xwendibû û tevgera me nasdikirin,wan jî femkirin ku ev tensikiyat şewazekî ku hêzên derwe dixwazin bi rêya wan ve kadera şoreşa Surî bidin guhertin û li gorê xwe bidin meşandin. Êdî ciwan di heremê de taybetî jî li Rojavayê Kurdîstanê vê mijarê fêm kirin û destpêkirin xwe rêxsitin bikin. Êdî hevalên wek Lewend û Serhed û şehîdên bi vî rengê derketin an jî militanên bi vî rengê ku dawî de şehîdketin derketin û bûn pêşeng hemû ciwanan re. Di bin bandora wan ciwanan de ciwanên ku belkî qet projeya me nas jî nekiribû di bin bandora Lewend û Serhadan de xwe nêzî tevegerê kirin. Û fêmkirin ku yê ku serkeftinê bîne yê ku demokrasiyê serbixe û yê ku biheyle gavên erenî were avetin ev tevger e. Êdî ciwanan yekitiya xwe çêkirin di nava xwendewanan de, di nava zanîngehan de, li dibistanan, li cihên kar, di nav rewşenbîran de, di hemû deweran de. Di nava partiyên siyasî de, di nava rexistinên jinan de, heta di nav saziyên sîvil de û hemû deveran ciwanan destpê tevgerbûyînekî kirin. Ji xwe ne ew rihê ciwan bûya dibe ku me nikarîbûna di nav wan pelên êrîşên sistemê; êrîşên wî ya ragihandinê hebû, êrîşên wî ya siyasî hebûn, xilas bûna. Heta grubên çekdar jî êrîşên heremên me dikirin. Yanî di hemû aliyan de êrîşekî hebû. Lê bi hêza ciwanan atmosferekî cûda hate avakirin. Heta şewazên meşan, meşên ku ev hezên dîn dixwestin bidin nîşandan ku ew nûnertiya şoreşê dikin ciwanan dan guhertin. Ciwan bûn reng û nesnameya heremê. Ciwan tenê wisa nesekinin. Meclîsan de komîte hatibûn çêkirin û rexistina ciwanan beşekî sereke di nav wan meclîsan de bû. Di nav meclîsan de komiteyên parastinê jî hebû. Êdî ciwanan cihên xwe di nava wan komiteyan de digirtin, xwe rexistin dikirin. Hemû ciwanên heremî ji bo parastina malbata xwe, ji bo parastina taxên xwe, parastina gundên xwe rexistin kirin. Armanc di serî de ku heta niha jî wisa ye parastin bû, ne êrîş bû. Heta tê bîra min wê çaxê henîk hêzên din, partiyên din ji me re digotin; gerek nake ciwan wis adi aliyê leşkerî de tên rexistinkirin. Bersîva meher dem ev bû; herem di rewşekê aloz de derbas dibe dibe ku sibê êrîş li ser me ve were û wê demêkî biparêze. Divê yekiniyên parastinê hebe. Ji bo vê ciwanan, wê çaxê hin 2011 bû Yekiniyên Xwe Parastinê avakirin. Hîn berî YPG, YPJ. Paşî pêşket û berxwedanî çêbû, herem parastin paşê êdî Yekiniyên Xwe Parastinê bûn YPG û YPJ. Êdî wê çaxê gel got baş bû ku we vê gavê avetiye. Minak dema ku êrîş li ser Serekaniyê hate kirin ger ew yekine tinebûna an jî bingeha YPG, YPJ nehata avakirin.ez bawer nakim ku me bikaribiya Serekanî bipareza. Ne tenê Serekaniyê hemû deweran.Tê bîra min dema ku ev çete êrîş dikirin ji xwe Tirka pişgiriyên wan dikirin.bang dikirin digotin emê werin û heta Rimelan biçin. Planên wan wisa bûn lê dema ku ciwan bi wan îmkan û derfetên herî kêm berxwedanî kirin û Serekaniyê parastin Gel jî dît ku ger ev ciwan tinebûna ev berxwedanî tineba wê çaxê evana bi hatana û Rimelan jî ne disekiniya bi gihiştina heta Andiwerê. Ev metirisiyekî bû. Piştî wê hedî hedî van hêzên din bawerî dan, miletê me jî baweri kirin. Gotin baş bû ku ciwanan ev înisiyatîf pêk anîn. Ev parastin çêbû. Û bi wê heta roja me ya îro jî ger em behsa şoreşekî dikin em deyndarê wan rojan in. ew bingeh û gavên ku wîçaxê hatin avetin bingehên ku çêbûn li ser vî esasê em îro dikarin behsa şoreşê û destleftiyên xwe dikin.
Êdî di van pêvajoyan de rastiya şoreşê derket holê, sazibûyîna wî çêbû, dezgeyên wî hatin avakirin û bû mînakek ji berxwedaniyê re. Wek tê zanîn ne tenê ji rejima Surî re, ne tenê muhalefeta Surî êdî herkesî êrîşê heremê kir. Ji ber derketina projeya me ya demokratîk pir hêz xwest mudahale bike. Hemû kes dev ji rejimê berda û berê xwe dan me. Mînak ew grubên ku bin navê Muhedara Surî de çêbû bûn 24 saatan digotin bimre Beşar. Druşmeya wan ev bû. Digotin hilweşe rejîma Esad. Lê dema ku projeya me derekt holê, hareketa me projeyan pêşxist û saziyên wî ava bûn. Taybet projeyên azadiya jin, projeya Netewa Demokratîk, gotin ku êdî rejim dev jê berdan û berê xwe dan me. Di wî naveberê de DAİŞ derket û êrîş kir. Iraqê DAIŞ ber xwe negirt. PDK ber xwe negirt. Rejima Surî xwe ber ne girt. Dihat li kur pêşdiket û ser diket. Heta gihişt Kobanê. Li Kobanê berxwedanekî dîrokî hate kirin. Dîsa ev kes ciwan bûn. Bi defetên kêm şer kirin. Wê çaxê YPG û YPJ hatibûn damezrandin lê derfetên xweser tinebûn. Ya muhim di encamê de çî çêbû ew berxwedaniya dîrokî, rastiya şoreşa Rojava henik di cîhanê de were nasîn. Û bê naskirin. Wê çaxê gelek ciwanên enternasyonal ji derveyên heremî ji welatên herîdûr hatibûn tevlî berxwedaniyÊ bibûn. Ne tenê ew yê ku hişt ev berxwedanî pêş bikeve. Gerîlayên Kurdîstanê ji Bakurê Kurdîstanê, ji henek Amed’ê, hinek ji Botanê, hinek ji Garzanê, hinek ji Merdinê sinûr qut kirin û berê xwe dan Kobanê. Ratî bêjim ewqas sal derbas bûne pêwiste ev were zanîn. Di keliyên ku gerîla hatin Kobanê û berxwedanî geş kirin, hêzên me YPG YPJ gihiştibûn astekî pir zexmet de. Hata wê çaxêger tê bîra we Erdoxan daxuyanî da û got “Kobanê Ket”. Bi rasti jî derfetên û îmkanên destê hevalan de kêm bibûn. Ji ber di çemberê de bû jî û çî imkanên di derdorê şandina henik tiştan jî nîn bû wê çaxê wek rewşekê averte gerîla çiyayên Kurdîstanê daketin û hatin . Di serî de şehîd Gelhat û hevalên wî.hatin û berxwedanî êdî geş bû. Û piştê wê gavên mezin hatin avetin. Piştre li ser esasê banga Serok Apo gelê Bakur tev rabû serhildanê. Û ciwanên Bakur ne tenê gerîla yên sîvil jî hatin û sinûr qut kirin û tevlî wê berxwedaniyê bûn. Û di vê pêvajoyê de êdî ciwanên derve jî hatin, nav û dengê berxwedaniyê belav bû û herkesî êdî dît DAIŞ dişkê. Û dîtin ku henik hene beramber DAIŞ’ê li ber xwe didin. Ew berxwedanî bû nûmuneyekî di cîhanê de. Heta roja me îro jî dema ku behsa berxwedaniyê tê kirin êdî Kobanê bû sembola wî. Kobanê jî hem di şoreşa 19 Tirmehê destpêkiribû hem jî destpêka hilweşandina DAIŞ li Kobanê destpêkir. Ji bo vî Kobanê bû sembol di Rojava de. Bû sembola destpêkirina şoreşa demokrasiyê ya 19 Tirmehê û bû sembola yekbûyîna gelên cîhanê tev. Hem yekbûyîna Kurdîstanî û yekbûyina cîhanî tev beramberê hovîtî û faşîzma DAIŞ. Mehên destpekî de pir kes di ragihandinê de wisa digotin. Digotin; Rejima Beşa di sê, çar meha de biçe. Û hayalê xwe wisa danîbûn. Wê Beşar biçe wê ew jî werin dewsa wî cihê xwe bigrin. Ji xwe yê ku derdora wî de piranî ev mijar dibû yek Tevgera Muslîmin bû. Ê ku piştgiriya wan dikirin Katar û Tirkiye bû. Hesabê wan wisa bû û heta radeyekî pir kes bawer kiribû ev wê pêk be. Lê ê me me destpêkî de digot nabe. Em û wan cûdabûyîna me heye. Berîya her tiştê ew li ser esasê cûdabûyinê dixin di nav cîvakê de. Ew xwe behtir dispêrin Mislimanên Sunî. Gel wan ger ne Mislimanên Sunî be nikare bibe hevalên wan an jî cihê xwe di nav şoreşê de bigre. Du; ferq û cûdahî dixistin di nav netewa de jî. Ne tenê di mijarên olî. Mîsal ferq dixistin di navebera Erep, Kurd û Suryanîyan . Lê me digot Netewa Demokratîk. Wan digot rejimekî dewlet- netew pêşbikeve. Me digot sistemekê civakî. Wan xwe dispart Katar û Tirkiye, me xwe dispart hêza gelê xwe. Wan xwe dispart imkan û derfetên eskerî û madî ya dewletan, me xwe dispart bi derfet û îmkanên gelê xwe kir. Li gor wan jin derveyê pêvajoyê bû û tenê zilam di nav şoreşê de bû, li gel me, ger jin azad nebe şoreşa demokrasiyê pêk nayê. Gel wan ciwan tenê hêza dinamîk û pratîk ya ku dikare kar bike bû, li gel me ciwan pêşengên me bûn. Bi rihê ciwantiyê şoreş destpêkir.
Yanî me wekî hêza fizikî nêzî ciwanan nebû. Me ciwan wek nûnerê felsefeya jiyan nû girt dest. Edî di hemû aliyê jiyanê de guehrtin hebûn. Hem aliyê civakî de hem ji aliyê jiyanê de. Tiştêku herî sereke me dixwast em avabikin, pergalekî demokratîk û ciwakîya ku di komînan de destpêdike. Civak bi nerîna xwe di nava komînan de xwe rêvedibe. Lê gel wan ne wisa ye. Gel wan civak wekî nesne ye. Civak bê îrade ye. Tenê li jor de henîk desthilatdarî were guhertin û hûkim bikin. Li gel me jor de tine bû. Tenê civak çawa xwe bikaribe rêvebibe. Niha em hîn jî di gavên destpekî ya şoreşê de ne. Em hin jî negihiştin encamên ku dixwazin bes di vê alî de gav tên avetin.
ASTA PÊNGAVA RÊBER APO RE AZADÎ PİRSGİRÊKA KURD RE ÇARESERİ ÊDÎ BÛYE CÎHANÎ
Hamleyekî bi navê azadiya Serok Apo, di cîhanê hate destpêkirin. Ev hamle bi meha ye berdewam e û astekî herî xurt de ye. Li vir, Bakur û Rojhilatê Surî jî gel di astekî herî jor de tevlî vê hamlê dibe. Di rastî jî tevlîbûyîna heyî pîroz e û hejayê gotinê ye. Çima? Ji ber mijar ne mijarekî takekesî ye. Fikir û raman û felsefeya ku xwe dispêrine, fikir û felsefeya demokrasî û azadiya ku Serok Apo çêkiriyê ye, afirandiye. Em rasti jî ger bixwazin Serokê xwe fizikî azad bikin, pêwiste li gor fikir û ramanên Serok Apo xwe ava bikin. Fikir û ramanên Serok Apo civakekî azad ava dike, kesayetekî azad ava dike. Îradeyekî azad ya ciwanan dide pêş. Ji bo vê gel xwedî hamleya azadiya Serok derdikeve. Erê raste dibe ku bi salan ji bo fizikî azadiya Rêber Apo xebat dihate meşandin. Di vê sala dawî de, di van mehên dawî de asta wî bilindtir bûye. Asta wî sinorên netewan derbas kiri ye. Bûye cîhanî. Asta cihanê de nav û deng daye. Em jî vir vê rastiyê dizanin. ne bi fikir û ramanên Serok Apo be şoreşa me jî pêk nayê. Azadiya Serok em wisa pênase dikin; em ne tenê aliyê fizikî de Serok ji girtigehê de derket û azadiya me pêk hat. Ger Serok Apo girtigehê derket tê wateya ku pergala ku ew bingeha wî çêkiriye, hat kabûl kirin. Em bikarin ew hêzên komploger mecbûr bikin ku Serok Apo berdin. Wê çawa mecbûr biheylin, di vê şoreş serbikeve. Anha em li vir bêjin bila Serok Apo azad bibe wê çaxê di vê em komînan baş çêbikin. Em meclîsan û koparatîfan baş çêbikin. Em perwerde û akademiyên xwe baş pêşbixin. Em hemû saziyên xwe li gorê rastiya şoreşa civakî pêşbixin. Azadiya Serok Apo girêdayê çiqas em azad bibin, her wiha azadiya me jî girêdayê wê ye ku Serok Apo azad nebe ji xwe em jî azad nabin. Her dû hev re girêdaye. Ew jî bi tenê daxwaz an jî heviyan pêk nayê. Bi pêkanîna şoreşê pêk tê. Bi pêkanîna şoreşê jî li ser erdê civakekî rexistinkirî, civakekî xwedî hişmendiyekî demokratîk û azad, civakekî ku bikaribe xwe biparêz e ye. Civakekî edî derweyê pergala dewletê jiyana xwe aboriya xwe berdewam bike û pêş bixe. Civakekî xwedî perwerde û hişmendiyê, xwedî nerînek e derweyê nerînê sistema hegemonîk e. Ji bo vê jî azadiya me girêdayê azadiya Rêber Apo ye. Serkeftina şoreşa me jî girêdayê azadiye wi ye. Ev hamle û gavên ku ji bo Serok Apo tên avetin pîroz in û gelek her tim werin mezin kirin.
Dİ 15’Ê SİBATÊ ROJA REŞ DE BÊBEXTİYEKE MEZİN DİJÎ MİROVAHÎ PÊK HAT
Em nêzî 15 Sibatê jî ne. 15 Sibatê roja reş e. Rojekî bêbextiyekî mezin dijî mirovahî tevahî pêk hat. Serok Apo tê de dil hat girtin. Em vê rojê şermezar dikin. Em dixwazin ev bibe munasebeta dewsa roja reş. Em bikin bilindkirina asta tekoşînê li dijî hêzên komploger, li dijî hêzên bêbext, li dijî ev zilma ku li ser serê me hemû, li ser mirovahî pêk hatiye em bikin derfetek ji bo gihandina azadiyê.
PÊŞENGÊ PROJEYA DEMOKRASÎ Û AZADİYÊ CİWANİN
Destpêkê ve projeya demokrasî û azadiyê me got pêşengê wî ciwanan in. Û tevahî ciwan vê zanibin ev pergala ku sistem çêkiriye îradeya ciwana tûne dike. Tenê ciwanan ji xwe re bikartine. Ciwan ji bo azad bibe, ciwan ji bo ku newe bikaranîn. Ji bo ku civakak ku tê bikaranîn ne li gorê kevneşopiyê sistema dewletan e, li gorê sistemên ku ciwan temsîl dikin. Hêza ciwan, hişmendiya ciwan; hişmendiya ciwan hişmendiyekî nû ye, ya radîkal e, ya ku li gor heyî lîberal nêzî nabe. Her dem nûbûyinê dixwaze, zindîbûyînê dixwaz e. Afrandinê dike, pêşdixe, yanî çêdike. Ciwan tev jî di bin êrîşêkîde ne mînak pergala cihanî çêdike bi rêya madeyên hişber, bi rêya cins, bi rêya sporê, bi rêya fuhuşê, pir kiryarên ku dixwazin ciwanan bandor bikin û ciwanan teşwiqê koçberiyê dikin. Rastiya şoreşê ciwanan re berovajî didin nîşandan. Heta perwerdeya ku didin ciwanan di zanîngeh û dibistanên xwe de mejiyên ciwanan ferî tiştên ku çawa azad bibe nakin. Ciwanan fêr dikin çawa bibin koleyên modern. Berî koleyan bi zinciran dikirin kole anha bi wan şewazan dixwazin bikin. Ew jî vê dizanin ger tu bixwazî civakekî dagir bikî û bixwazî civakekî bişkînî di vê tû ciwanan bişkîni.
Anha êrîşêki pir giran li ser ciwanan heye. Ji bo vê heviya me bi tevahi ciwanan; bi Kurdê xwe, bi Erebê xwe, Suryanê, xwe hemû pêkhateyan, bi hemû ol û baweriyan, heta xwedî nerîn û siyasiyên cûda jî ji ber ku ciwantî nasnameyekî gişti ye. Pêwiste xwedî nasnameya xwe derbikevin. Ciwan pêwiste tiştên hazir û amade ango li gorê pergalê ji xwe re qabûl neke. Bi îradeya xwe bikeve nav legerînê û ya rast ji bo xwe bibine. Ji xwe ger ciwan şoreşê nekin tu kes nikaribe şoreşê bike. Misogeriya serkeftina şoreşê hem Bakur û Rojhilatê Surî, hem li Surî hem li Rojhiata Navîn û heta giştî cihanê de yê ku şoreş pêşbixe, fireh bike û mezin bike û serbixe ciwan in. Ciwan taybet wextê jin jî nav de be yanî hem ciwanên jin hem jinên giştî jî bigihin hev tû kesek nikare pêşiya şoreşê bigre. Wê çaxê şoreş mîsoger dibe wê çaxê mırov dizane ku şoreş li gor pênaseya rast pêk were. Wekî din dibe ku hêzên ditir bikaribin guhertinan bikin, dibe ku bikaribin rejimekî bidin guhertin bes wê nikaribin şoreşê pêk binin. Ji bo ku şoreş pêk were di vê jin û ciwan her dû jî pêşeng bin. Anha jî di vê hemû ciwan li gor vê xwe amade bikin. Bixweynin. Taybet projeya Serokatî, projeya azadiyê, projeya demokrasiyê bixweynin û tê de kûr bibin heta ku karibin civakekî li gor vê hişmendiyê were pêşxistin û li gorê vê jî pergalekî demokratîk were avakirin.