QAMIŞLO – Encumana Ciwanên Kurd ên Rojavayê Kurdistanê bi boneya salvegera 25’emîn a Komployê Navnetewî ya li dijî Rêber Apo li navenda Warê Ciwanan a bajarê Qamişlo semînerekî li dar xistin.
Di semîner de endamê Encumana Ciwanên Kurd ên Rojavayê Kurdistanê Rodî Hesen axivî û qala çawaniya Komployê 15’ê Sibatê û berpirsiyar û armancên wê kir. Her wiha, Rodî Hesen destnîşan kir ku ev komplo ji aliyê hêzên navnetewî hat bi rêvebirin û heya roja îro bi nepêkanîna qanûnên navnetewî û bi bêdengiya dewlet û saziyan berdewam e.
Piştre jî sînevîzyonekî derbarê komployê navnetewî ya ku di 9’ê Cotmehê 1998’an dest pê kir û di 15’ê Sibatê 1999’an de bi encam bû hat pêşkêş kirin.