REQA- Yekemîn roja meşa dirêj a li herêmên rizgarkirî ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan ve li gundê El-Sahel ê gundewarên Reqayê bi dawî bû.
Di dawiya roja yekem de li ser navê Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan a Herêmên rizgarkirî Pervîn Cûdî axaftinek kir.
Beriya her tiştî em ji vir ji xakên rizgarkirî bi ruhê ciwanên şoreşger silavên xwe ji Rêbertiya xwe re dişînin. Bi hezaran silav ji Rêber Apo re.
Cûdî wiha got: “Em weke ciwanên şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî ya li ser Rêber Apo, Rêberê gelan meşa dirêj li dar dixin. Em soz didin Rêber Apo, em soz didin Rêbertiya navneteweyî, Rêberê mirovahiyê; Bi rihê ciwanan em ê dîwarên Îmraliyê hilweşînin û di şerê azadiyê de bi ser bikevin. Em ê hemû planên dijmin pûç bikin û pûç bikin, em ê her tim li dijî komploya navneteweyî têbikoşin û em ê Rêber Apo bigihînin azadiya fîzîkî.
Em weke Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan diyar dikin ku em ê li hemberî dijmin serî hildin, bersiva xwe bidin û komploya li ser Rêber Apo qebûl nekin. Heta ku em Rêberê xwe azad nekin em ê deqîqeyek jî ranewestin. Li ser vî esasî em soza serkeftinê didin.”