QAMIŞLO – Îro li bajarokê Dirbêsiyê li dijî Komploya Navnetewî ya li ser Rêber Apo ku di 15’ê Sibatê 1999’an de pêk hat, xwepêşandanekî girseyî bi pêşengtiya Tevgera Ciwanên Şoreşger hat li darxistin.
Di meşê de pankart û alên Rêber Apo û alên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) hatin hildan û dirûşmeya “Bijî Berxwedana Îmralî” hat berz kirin. Dema meş rawestiya, helbest li ser Rêber Apo hatin xwendin û axaftin derbarê salvegera komplo hatin kirin.
Di dawiyê de endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger bi navê Mihemed bi Nûçe Ciwan re axivî. Mihemed sedem û çawaniya Komployê Navnetewî diyar kir û bangawazî kir ji bo ku hemû ciwanan xwedî li Rêber Apo derkevin û tevlî çalakiyan bibin ji bo şkandina komployê.