TEBQA – Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan ên Reqa, Dêrazor, Minbic û Tebqa, bi dirûşmeya “Bi rihê ciwantî dîwarên Îmraliyê hilweşînin, Cenga Azadiyê Serbixin” meşek dirêj li dar dixe. Meş Li dijî komploya navneteweyî ya li ser Rêber Apo ji Tebqayê ber bi kantona Reqayê ve diçe û wê bi giştî 2 roj berdewam bike.
Îro ajansa me Nûçe Ciwan vê çalakî şopand û bi ciwan ên beşdarî meşê bûn re hevpeyvîn li ser armancên wan ên ji vê meşê û helwesta wan wek ciwanên pêkhateya Ereb ên li dijî komploya navneteweyî pêk anî. Wan destnîşan kir ku ew ê têkoşîna xwe bidomînin û li hemberî roja reş bi biryardariyeke mezin têbikoşin.