DÊRIK- îro li navçeya Dêrikê ya bajarê Qamişloyê ji bo şermezarkirina komploya 15’ê sibatê bi deh hezaran kes li hev kom bûn.
Şêniyên Dêrik, Girkê Lêge, Çil Axa,Til Koçer û koçberên kampa Newroz li Qada Azadî ya bajarê Dêrikê kom bûn û dest bi meşê kirin.
Meşê li qada azadiyê dest pê kir û li ber navenda Tevgera Ciwanên Şoreşger veguherî mitîngê.
Di meşê dr wêneyên Rêber APO hatin hildan.
Her wiha bê navber siloganên “Bê Serok Jiyan Nabe ,Bijî Serok APO” hatin berzkirin.
Piştî ku meş gihîşt navenda Ciwanan, li ser navê Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD’ê Silêman Ereb axaftin kir û wiha destnîşan kir, destpêkê ez berxwedana Rêber APO û hemû girtiyên zindanan silav dikim, armanca komployê ew bû ku destkeftiyên gelê Kurd tune bike. Lê Rêber APO ev yek vala derxist.
Her wiha di dawiyê de jî nîşan kir ku dema ku Rêber APO hat dîlgirtin bi dehan ciwanan agir berdan canê xwe, Rêber APO bi berxwedana xwe komplo têk bir.
Di dawiyê de çalakî bi dirûşmeya “Bê Serok Jiyan Nabe” bi dawî bû.